Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir 2021-07-13 13:59:26   WAN - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, bi heyetekê serdana buroya ajansa me ya Wanê kir.   Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, bi heyetekê serdana piştevaniya buroya ajansa me ya Wanê kir. Akdenîz, di serdanê de axivî û diyar kir ku Wan veguheriyaye bajarên qedexeyan û got ku heke ne ji ajansên nûçeya me be herêm weke qutiyeyeke devê wê girtî ye. Akdenîz nûçeya me derbarê avêtina 2 welatiyan a ji helîkopterê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku ji ber nûçeyeke îşkenceya ku li kurdan hatiye kirin çêkirine tiştek nemaye ku nanî serê nûçegîhanên me.    Piştî Akdenîz nûçegîhanê ajansa me Adnan Bîlen jî axaftineke kurt kir û piştî ku astengiyên ku ji wan re tên derxistin bi bîr xist, ji ber serdanê sipasiya Akdenîz û heyeta pê re kir.