Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin 2021-07-13 14:52:18   RIHA - Hevserokê HDP’ê yê navçeya Halîliyeyê Muslum Arslan ê ji bo îfadeyê vexwendin qereqolê hat binçavkirin.   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Halîliye ya Rihayê Muslum Arslan hat binçavkirin. Arslan ê Fermandariya Cendermeyan a Bajêr ji bo îfadeyê vexwend qereqolê, bi hêceta ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye ew binçavkirin. Tê payîn ku di nava rojê de Arslan ji bo îfade dayînê sewqî Edliyeya Rihayê were kirin.