Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir 2021-07-13 21:39:40   DÎLOK – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li Taxa Vatanê ya Dîlokê çû serdana esnafan û guh li pirsgirêkên wan kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya "Kampanyaya Parastinê" de li Taxa Vatanê ya navçeya Şahînbey a Dîlokê çû serdana esnafan. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlementerên HDP'ê Mahmût Togrûl, Ayşe Suruc û Omer Ocalan jî bi Bûldanê re çû taxê. Li taxê gelek kesan HDP'iyan pêşwazî kir. Bûldan û yên li cem wê, bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "HADP gel e, gel li vir e" û bi çepikan yeko yeko serdana esnafan kir. Esnaf û şêniyên çarşiyê, kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Bûldanê anîn ziman û pê re wêne girtin.    BÛLDAN: DÊ DI HILBIJARTINÊ DE BIÇIN    Di dema serdanê de esnafan bêzariya xwe ya ji ber krîza aborî bilêv kirin û anîn ziman ku êdî nikarin heqê kirêya xwe bidin û debara xwe bikin. Esnafan, xwest pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Bûldanê jî îşaret bi tifaqa AKP-MHP'ê kir û got: "Êdî rojên wan ên dawî ne, dê di hilbijartina bê de biçin."    Esnafekî din jî diyar kir ku AKP'ê di dema hevdîtinên budçeyê de jî HDP'ê kiriye hedef û bi vî awayî xwestiye ser "qirêjiyên" xwe binixumîne. Esnaf got: "Nehêlin li Meclîsê kes HDP'ê bi kar bîne." Bûldanê jî got: "Em ê bi hev re bi ser bikevin, bila tu şik û gumanên we tune bin."    Serdana bi coş bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.