10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû 2021-07-14 09:17:49 AMED – Hevserokê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş ku 10 salan di Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an de ma, anî ziman ku ji îşkenceya fizîkî wêdetir ya herî giran, bêhna xwînê û olana qîrînan bû. Bariş ji bo gotinên Serokkomar Erdogan ku gotibû "em ê bikin navenda çandê" jî bi lêv kir ku divê mexdûr û şêniyên bajêr derbarê girtîgehê de biryarê bidin.  Yek ji cihwarên di dema 12'ê Îlonê de hê jî di bîra mirovan de ye, Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an e. Ji ber tahdeya li vir a li hemberî girtiyên polîtîk, navê wê li seranserê cîhanê belav bûbû. Nexasim jî li vir girtiyên ji doza PKK'ê bi awayekî dijwar hatibûn îşkencekirin.    Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê 1982'yan de li hemberî pêkanînên îşkenceyê yên serpel Esat Oktay Yildiran, bedena xwe da ber agir. Piştî vê çalakiya Dogan, di 18'ê Gulana 1982'yan de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn jî gotin "Em peyrewên Mazlûm in" û wan jî bedenên xwe dan ber agir. Piştî vê di 14' Tîrmeha 1982'yan de girtiyan çalakiya rojiya mirinê da destpêkirin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, li hêwana dadgehê rojiya mirinê ragihand û paşê Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz daxilî nav rojiya mirinê bûn. Di roja 53'yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojia mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan.    Hevserokê Komeleya 78'an a Şaxa Amedê Huseyîn Bariş ku di Girtîgeha Jimare 5'an de maye, îşkenceyên wê demê yên li girtîgehê wiha xulase kir: "Em bi wehşeteke mezin re rû bi rû bûn."    10 SALÊN LI JIMARE 5'AN    Bariş, gava li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Midûrê Şaxa Çandiniyê bûye, di 16'ê Gulana 1981'ê de FErmandarê Qomandoya Cendirmeyan a Bolûyê Eşref Bîtlîsî hatiye herêmê û wê çaxm ew hatiye binçavkirin. Bariş ku li Bolû û Mêrdînê du mehan hatiye îşkencekirin, paşê wî anîne Amedê û li wir hatiye girtin û wî xistine Girtîgeha Jimare 5'an. Bariş, 10 salan di girtîgehê de maye û bûye şahidê wehşeta li girtîgehê.    BÊHNA XWÎNÊ Û OLANA QÎRÎNAN    Bariş, bilêv kir ku îşkence li têketina girtîgehê dest pê kiriye û heya wî birine hucreyê bi copên eskerên li çep rastê korîdorê hatine rêzkirin hatiye derbkirin. Bariş bi van gotinan behsa wehşeta li girtîgehê kir: "Em di nav xwînê de bûn û me bi vî awayî xistin hucreyê. Wekî em hatibin cîhaneke cuda. Ji hilcoya filîstînê bigire heya bi îşkenceya ceryanê... em li erdê kaş dikirin û ava şid li me dikirin. Çi di destê me de hebû, hemû ji me stendibûn. Tenê kincek li ser min hebû. Bi vî awayî ez xistim hucreya 36'an û ji sibehê heya êvarî ez îşkence kirim. Digotin, 'heger hûn li gor pîvanan tevnegerin, dê cenazeyê we ji vir derkeve.' Li hewadariyê bazdan li me ferz dikirin, Sirûda Mehterê bi me didan gotin û jiberkirin. Xwarin tuen bû û her kes birçî bû. 13 nan tenê didan qawîşeke 130 kesî."    Bariş, bilêv kir ku a ji îşkenceyê girantir û wêdetir jî bêhan xwînê û olana qîrînan bû.    Bariş, diyar kir ku ji ber ku girtiyên edlî jî anîbûn cem ên polîtîk, li erdê li ser kêlekê radiketin. Bariş, anî ziman ku gava Co, kûçikê Esat Oktay dihat qawîşê, rabûna ser pêyan li wan ferz dikirin û bi vî awayî dihat xwestin rûmeta wan bê eciqandin. Bariş, bilêv kir ku gelek hevalên wî li girtîgehê mirine û yên hatine berdan jî ji ber îşkenceyê li derve jiyana xwe ji dest dane.    ‘100 SAL JÎ DI SER RE DERBAS BIBE DÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN'    Bariş got: "Ew tişt nayên jibîrkirin. Çi qasî bê nivîsandin bila bê nivîsandin, pirtûk têra tiştên hatine serê me nakin. Hewildan hemû hucreyên me, manewiyata me, ruhê me, hişê me perçe perçe bikin. Belê hin kes teslîm bûn, hin kes îxanet kirin, lê gelek hevalên me yên leheng jî rûmeta xwe, şexsiyeta xwe parastin. Hevalên me yên ku serî netewandin, jiyana xwe ji dest dan. Ew, lehengên azadiyê bûn. Lewma têkoşîna wan ji bo me bû mînak."    Bariş ku got "100 sal jî di ser re derbas bibe dê ev zilm neyê jibîrkirin", anî ziman ku gava ew kêlî tên bîra wî, wekî ku ew roj cardin xwe lê girtibin. Bariş got: "Wê demê em bi pêkanînên dijî mirovahiyê re rû bi rû man. Dar û pel nedihejiyan. Lê rastiyeke me hebû. Em bi vîn û têkoşîna mezin a ku hevalên me ji me re hiştin derketin."    ‘NIHA POLÎTÎKAYEKE CUDA DI DEWRÊ DE YE'    Bariş, bilêv kir ku li gor wê çaxê niha polîtîkayeke cuda di dewrê de ye û civak bi awayekî dijwar tê îşkencekirin.    BAriş, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Neteweyên Yekbûyî jî wî wekî pêşengekî qebûl kir. Lê belê bi salan e li Îmraliyê bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Girtî, di grevên birçîbûnê de dihelin. Ev qanûn ne di qanûnên Tirkiyeyê ne jî di yên welatên din de hene. Bi salan e nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike û mafên wî esas nayên girtin. Ev di tu qanûnê de tune ye. DIxwazin gelan bera hev bidin. Îro ro Tirkiye veguheriye girtîgeheke nîvvekirî. Li malê, li derve gava tu bi kurdî diaxivî, tu tê kuştin."    ‘BILA KESÊN WÊ DEMÊ BIRYARÊ BIDIN'    Bariş, bertek nîşanî gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan jî dan ku di serdana xwe ya Amedê de gotibû dê Girtîgeha Amedê veguherînin navendeke çandê. Bariş, bilêv kir ku bi salan e dibêjin bila girtîgeh bibe muze û ji bo vê serî li Serokkomartiyê û Wezareta Dadê dane.    Bariş got: "Dê navendeke çandê ya li gor xeta AKP-MHP'ê bê çêkirin. Ne mimkun e ku MHP û AKP, wê derê bikin muze. Qîrînên kesên li wir hatin îşkencekirin, kesên li wir jiyana xwe ji dest dan, zilma li malbata hat kirin... divê ew biryar bidin ji bo muzeyê. Em qebûl nakin ku ew der bibe navendeke çandê. Hemû hûrguliyên wê girtîgehê, korîdor, pencere û hesinên wê hemû şahidê îşkenceya eskeran e. Divê ev gel û kesên wê demê ev tişt hatin serê wan biryara muzeyê bidin. Em qebûl nakin ku li gor xwe navendeke çandê ava bikin. Divê xwedî wijdan û ehlaq bin."    MA / Ayşe Surme