Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir 2021-07-14 09:20:14   MÊRDÎN - Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Enqereyê, derbarê hin bersûcên Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de biryara beraetê dabû û ji ber hin tawanbariyan jî derbarê dozê de biryara demboriyê dabû. Dadgeha îstinafê biryara dadgehê pesend kir. Parêzer Erdal Kûzû, bertek nîşanî biryara îstinfaê da.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera 1992-96'an de 22 kes hatibûn înfazkirin û bi darê zorê hatibûn windakirin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Enqereyê jî di 9'ê Îlona 2019'an de ji ber hin tawanbariyan ji bo dozê biryara demboriyê dabû û derbarê bersûcan de jî biryara beraetê dabû. Piştî vê biryarê parêzerên mexûran serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Enqereyê dabûn.    Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Enqereyê jî biryara "nepeywirdariyê" da û dosye ji Daîreya Ceza ya 19'an re şand. Daîreya Ceza ya 19'an jî daxwaza lêkolînê ya parêzeran esas negirt û biryara pesendkirina biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Enqereyê da û serlêdana parêzeran a ji bo îstinafê jî red kir.    SEDEM DADGEH E    Ji parêzerên dosyeyê Erdal Kûzû, biryara dadgeha îstinfê û biryara dadgeha herêmî nirxand. Kûzû got: "Daîreya Ceza ya 19'an diyar kiriye biryara demboriyê nêz e. Tu hincetek jî tune ye. Sedema nêzbûna demboriyê ya van tawanbariyan Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Enqereyê û hin daîreyên ceza yên têkildar in. Dosye nêzî 2 sal in li îsinafê ye û piştî 2 salan biryarê didin."    Kûzû, destnîşan kir ku ji bo cezakirina bersûcan hemû delîl hene, lê belê hem dadgeha herêmî hem jî ya îstinafê li gor konjukturê biryar dane û dê serî li Dadgeha Bilind bidin.    ‘MADEM YALÇINKAYA SAX E, NEXWE YÊ HAT DEFINKIRIN KÎ YE?'    Kûzû, bibîr xist ku ji maqtûlan hestiyên Nûrettîn Yalçinkaya ji bîrekê hatine derxistin û piştî DNA'yê di çarçoveya qeydên fermî yên dewletê hatiye definkirin û got: "Lê dadgeha îstinafê jî û dadgeha herêmî jî hîn jî dibêjin Nûrettîn Yalçinkaya sax e. Madem sax e, nexwe li ku derê ye? Divê dewlet vê yekê jî aşkere bike. Madem sax e, nexwe dewletê li gor kîjan qeydan rabû Nûrettîn Yalçinkaya li Stenbolê defin kir. Qeydên DNA'yê hene, lê tiştekî wiha dikin. Ev tiştekî dûrî aqilan e. Em ê van rojan serî li Dadgeha Bilind bidin. Dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome."    MA / Ahmet Kanbal