Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin 2021-07-14 10:15:25   MEREŞ - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglûya Mereşê gardiyan li girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê didin û mûameleya xerab li girtiyan dikin û derbarê wan de lêpirsîna dîsîplîne dane vekirin û ew avêtine hucreyan.    Hat ragihandin ku yek ji girtîgeha ku çalakiyên greva birçîbûnê yên bi daxwaza tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin hatine despêkirin lê didome Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglûya Mereşê, girtî rastî tundî û mûameleya xerab tên. Baran Gul ê li vê girtîgehê dimîne, bi rêya hevdîtina telefonê ya heftan e binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji bavê xwe Îlyas Gul re ragihand.    Baran Gul, diyar kir ku ji bo rayedarên girtîgehê vîna girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê bişkînin serî li rêyên cuda didin û ev agahî parve kirin: “Ji ber ku em di çalakiya greva birçîbûnê de ne gardiyan li me didin û rastî mûameleyeke xerab tên. Derbarê me de lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û me diavêjin hucreyan. Ez jî hefteyeke di hucreyê de me. Gelek hevalên weke min rastî vê pêkanînê tên. Ji ber nexweşiya gurçika bi min re heye, mîza min weke xwînê tê. Me nabin nexweşxaneyê. Heta ku tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin êm ê çalakiya xwe bidomînin.”   Bav Îlyas Gul jî xwest ku zext, lêdan, êriş û mûameleya xerab a li ser girtiyan demildest bi dawî bibe û daxwazên wan ên mafdar bên pêşwazîkirin.