Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir 2021-07-14 11:27:20   AMED - Sêyemîn danişîna doza derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de hatibû vekirin di bin dorpêça polisan de dest pê kir.      Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di 28'ê mijdara 2015'an de dema ku qedexeyên derketina derve didomiyan de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber minareya çar ling hatibû qetilkirin. Derbarê cînayeta Elçî de doz li polisên bi navê F.T., S.T. û M.S. û welatiyê bi navê Ûgûr Yalişir hatibû vekirin. Sêyemîn danişîna doza ku li van her çar berûcan hatibû vekirin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.    Hevjîna Elçî Turkan Elçî û parêzerên Elçî li danişînê amade bûn. Polisên bersûc jî li bajarên ku lê bûn bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, serokên baroyên Enqere, Stenbol û baroyên herêmê û nûnerên rêxistinên sivîl û parastvanên mafên mirvoan danişînê dişopînin.   BERGIRIYÊN ZÊDE HATINE GIRTIN   Ji ber derê Edliyeya Amedê ku darizandin lê tê kirin heta qorîdora eywana danişînê hejmareke zêde polis hatine bicihkirin.   Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.