HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê 2021-07-14 12:43:14   MÛGLA - Heyeteke ku ji Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, MYK û PM'a HDP'ê pêk tê, ber bi navçeya Marmarîsê ya Mûglayê ve derket rê.    Di saetên serê sibehê de êrişkarê bi navê A.T.D. çekê êriş bi ser avahiya HDP'ê ya Navçeya Marmarîsê ya Mûglayê. Di êrişê de camên avahiyê şikiyan û amûrên li hundir xesar dîtin. Polisên ku li ser îxbara cîranên avahiyê hatin cihê bûyerê êrişkar A.T.D. binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê. Heyeteke ku ji Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, endamên MYK'a HDP'ê Emîn Orhan û Mahfûz Guleryuz, Endama PM'a HDP'ê Berna Çelîk û rêveberên HDP'a Îzmîrê pêk tê, ber bi navçeya Marmarîsê ku êriş lê pêk hat derket rê.