Karkerê ku di teqîna li METAŞ'ê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2021-07-14 15:26:54   ÎZMÎR - Karker Ogûz Taşkin ku di teqîna li Şirketa Jihevxistina Keştiyê ya METAŞ'ê ya li navçeya Alîagayê de giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Di 12'ê tîrmehê de li navçeya Alîaga ya Îzmîrê, li Şirketa Jihevxistina Keştiyê ya METAŞ'ê teqîn çêbûbû û karkerê bi navê Yilmaz Demîr jiyana ji dest dabû û karkerê bi navê Ogûz Takîn jî giran birîndar bûbû. Karker Taşkin (30)jî îro li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Taşkin li navçeya Zara ya Sêwazê bê veşartin.