Di doza cînayeta Dînk de biryara bihincet aşkera bû 2021-07-14 15:54:37   STENBOL - Di doza derbarê kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de ku 6 jê girtî 78 bersûc hatin darizandin û 26 kesan jê ceza girtin de biryara bihincet aşkera bû. Di biryarê de hat angaştkirin ku cinayet "Bi destê endamên FETO/PDY'ê" hatiye kirin.   Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19'ê çileya 2007'an de li Stenbolê li ber derê rojnameya xwe hat qetilkirin. Ji ber qetilkirina Hrand Dînk  jê girtî 78 bersûc dihatin darizandin. Piştî darizandina 12 salan, 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê di 26'ê adara 2021'an de biryar da û ji van 78 kesan 26 kesan ceza kir. 2 muebetên giran, 2 muebet û di rêjeyên cuda de ceza li bersûcan hatin birîn. Dadgehê di danişîna biryarê Fethullah Gulen jî di nav de dosyayên 13 bersûcan jî hatibûn veqetandin. Dadgehê, nivîsandina biryara bihincet a dozê ya ji 4 hezar û 532 rûpelan pêk dihat temam kir. Piştî temamkirina nivîsê dadgehê biryara bihincet aşkera kir û angaşt kir ku cinayet "Bi destê endamên FETO/PDY'ê" hatiye kirin.