Bêyî ku biryara binçavkirina wan hebe li qereqolê tên rawestandin 2021-07-14 16:54:54   RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku berî dest bi nobeta xwe ya "Edaletê" bikin hatibûn binçavkirin, bêyî biryara dozgeriyê li qereqolê tên girtin.    Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji bo girtina nobeta xwe ya "Edaletê" li ber Edliyeya Rihayê ji navçeya Pirsûsê dihatin navenda Rihayê, li têketina Rihayê ji aliyê polisan ve bi angaşta  "heqareta li karmendên camaweriyê" hatin binçavkirin.  Hê jî  Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar nehatine berdan û li qereqolê tên rawestandin. Rexmî ku îfadeyên Emîne Şenyaşar li Miduriyeta Polisan a Rihayê hatine girtin jî sewqî qereqoleke din a li bajar hatiye kirin.    TENÊ PIRSEK KIRINE   Ji Emîne Şenyaşar hat pirsîn ku gotinên “Kuçik xelo” û “bêesil” ji bo kê gotiye. Şenyaşar û parêzerên wê diayr kirin ku ev gotin ne li dijî tu kesî ne. Rexmî ku li vir kirariyên îfade girtinê bi dawî bûne û biryara dozgeriyê tune ye jî tê gotin ku "Ferman bi devkî heye" û Şenyaşar sewqî Qereqola Polisan a Sarayonu hat kirin.    JI BO DERBASKIRINA DEMÊ YE   Parêzer Îbrahîm Tatar ku derbarê mijarê de axivî, diyar kir li gel ku derbarê muwekîlên wan de tu fermanek tune ye jî wan birine qereqolê û rewşê weke "bêqanûnî" pênase kir û ev tişt got: "Ev tenê ji bo derbaskirina demê ye. Tu biryareke binçavkirinê tune ye. Rexmî vê jî ji şaxekê birin şaxeke din. Ji bo muwekîlê me yê din Ferît Şenyaşar jî biryara binçavkirinê tune ye. Ev jî rexmî vê rewşê li qereqolê tê girtin."   REZÎLIYA HIQÛQÊ   Parêzer Şehrîban Ayşe Demîrel jî da zanîn ku muwekîlên wan hatine mexdûrkirin û ev tişt got: "Li holê tu biryareke tune ye. Rezîliyeke hiqûqê diqewime."   Li aliyê din bi rêya parêzeran me xwe gihand Ferît Şenyaşar û ev tişt got: "Dixwazin dengê me qut bikin. Dozger ji me re dibêje biryara binçavkirinê tune ye. Êdî çi bigere li miduriyeta polisan digere."   Parêzerên malbatê têkildarî mijarê girtek girtin û wê piştre derbarê berpirsan de gilî bikin.