DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran abone dan ber îcrayê 2021-07-15 09:10:27 RIHA - DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran aboneyên deyndar dan ber îcrayê. Hat hînbûn ku ji bo dosye zûzû bên şixulandin, şîrketê bi 60 hezar TL'yî dolap ji 4 daîreyên îcrayê re çêkirine.  Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li Rihayê û navçeyên wê aboneyên deyndar dan ber îcrayê. Li gor agahiyên bi dest ketin, DEDAŞ'ê 132 hezar û 628 abone dane ber îcrayê.    Şîrketê avahî, tîcaretxane û kesên erdanên avî yên ji sala 2013'an heya niha deynên xwe nedane dane ber îcrayê û tê gotin deynê aboneyên ketine ber îcrayê bi gişî nêzî 2 milyar TL ye. Hat diyarkirin ku ji van aboneyan deynê aboneyekê 462 hezar û yê aboneyekê jî 668 hezar TL ye.    Hat hînbûn ku ji ber ku hejmara dosyeyan pir e, li avahiya Midûriyeta Bajêr a DEDAŞ'ê cih nemaye, lewma dosye li nêrdewana şewatê hatine lodkirin.    Her wiha hat hînbûn ku DEDAŞ'ê ji bo ku dosyeyên îcrayê zû bên şixulandin bi 60 hezarî dolab ji 4 daîreyên îcrayê yên bajêr re çêkirin.    Li gor agahiyên bi dest ketine şîrketê, bi hinceta dîplomeyên wan sixte ne 30 karkerên di koma qaçaxê de cih digirin ji kar derxistine.    MA / Bariş Polat