Hevserokê HDP'a Avcilarê ku mala wî hat gulebarankirin: Em ê paş de gav neavêjin 2021-07-15 09:11:28 STENBOL - Hevserokê HDP'a Avcilarê Şemsettîn Dûman ku piştî polîsan gef lê xwar mala wî hat gulebarankirin got: "Hem bi hêzên qanûnî hem jî bi hêzên paramîlîter bi ser me de tên, lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."  Piştî ku polîsan gef li Hevserok Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Avcilar Stenbolê Şemsettîn Dûman xwar, mala wî hatibû gulebarankirin. Dûman, anî ziman ku ev ne tiştekî tesadufî ye.    Dûman, diyar kir ku nîvro saet li dor 12'an gava tevî mêvanek xwe li hêwanê rûniştîbûye, mala wî hatiye gulebarankirin. Dûman, da zanîn ku avahiya lê dimîne 5 qatiye û mala wî li qata sisêyan e. Dûman, estnîşan kir ku ev êrîş perçeyeke konsepta êrîşên li ser HDP'ê ye û dê bi têkoşînê van êrîşan berteref bikin.    GEF   Dûman, diyar kir ku di 1'ê Hezîranê de gava ji malê derketiye bi nîv saetê kesekî ku gotiye polîs e telefonî wî kiriye û jê re gotiye li ber mala wî ye û dixwaze derbarê dosyeyê de pê re biaxive. Dûman, anî ziman ku gava gotiye ne li mal e, wî kesî jê re gotiye dixwaze were cem wî û got: "10 deqe bi şûn de wesayîteke Hyundai ya reş li pişt min sekinî. Wê kêliyê ez jî di hundirê wesayîta xwe de bûm. Cardin telefon kirin. Çûm, cem wan. Helwesta wan, hin fikar li min peyde kirin. Min xwest nasnameya wan bibînim. Yekî ji wan nasnameya polîsan nîşan da. Ê ku li dawiya wesayîtê rûniştibû got, 'were ez ê du pirsan ji te bikim.' Min jî jê re got, karê dosyeyan ne bi vî awayî ye û ez ji cem wan çûm."    Dûman, bilêv kir ku heman kesan eynê rojê cardin telefonî wî kirine û got: 'Gotin 'tu hevserokê Avcilarê yî, em ê werin te ji partiyê bibin.' Min cardin bertek nîşan da. Min got, 'Cihê in diyar e. Heger karekî îfadeyê hebe, hûn ê gazî min bikin ez ê tevî parêzerê xwe biçim qereqolê. Lê ez bi rêbazên wisa mafyayî hevdîtinê bi kesî re nakim.' Gotin, 'Tu yê werî Qereqola Kiraçê ya li Esenyûrtê.' Min jî got, 'KIraç ne girêdayî vir e, li vir Qereqola Fîrûzkoyê heye.' Gotin, 'Nexwe bê wir.' Min got, 'Heger hûn ji qereqolê gazî min bikin, ez ê tevî parêzerê xwe bêm.'"    HÊWANA MALÊ HAT GULEBARANKIRIN   Dûman, ji bo gulebarankirina malê jî ev tişt gotin: "Em li malê rûniştî bûn. Berguhk di guhê min de bû. Min di telefonê de li nûçeyekê temaşe dikir. Wê kêliyê mêvanê me û malî veciniqîn. Gotin, dengê çekan tê. Min jî ji zarokên xwe re got, dengê maytapan e. PIştî vê bi rojekê hevjîna min, dibîne ku paceya hêwanê şikandiye û qulek tê de çêbûye. Me got, belkî dewsa keviran be. Paşê min jî lê mêze kir û min gule dît. Min telefonî polîsan kir. Hatin, zabitname amade kirin. Hem guleya li paceyê ketibû hem jî qewana wê ya li kuçeyê dîtin. GUle, li paceya hêwanê ketibû. Cama ewil şikandiye, lê cama dudoyan neşikandiye. An ji dûra ve hatiye berdan an jî ji ber sedemeke din nikaribûye cama dudoyan bişikîne. Lê fîşek li cama hêwana ku em lê bûn ketiye. Wê kêliyê em jî li hêwanê bûn. Li gor hin şahidan, li ser motosîkletekê berdane."    ‘PERÇEYEKE KONSEPTÊ YE'    Dûman, destnîşan kir ku êrîşên li ser HDP'ê hemû girêdayî hev in û êdî Tirkiye hatiye astek wisa ku bi pergaleke çeteyan tê birêvebirin. Dûman, anî ziman ku li holê bi nav dwletê diyardeyek nemaye û pêvajoya heyî pêvajoyeke awarte ye.    Dûman, diyar kir ku polîsan jê re gotiye baş dizanin kî yeî hejmara telefonwa wî çi ye û li ku derê dimîne û got: "Ev kes çaw awisa êrîşê tînin ser mala min. Ji ku dizanin ez li ku dimînim. Kî, agahiyên derbarê min de dane wan. Gulebarankirina mala min ne tiştekî tesadufî ye."    Dûman, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Hadê em bêjin ev ne êrîşeke organîzekirî ye û guleyeke magandayê ye. Heger ev maganda ro li nîv ro wisa rihet bi çekan bigerin û derdorê gulebaran bikin, nexwe pirsgirêkek heye. Dêmeg, natirsin. Em, gava ji bo daxuyaniyekê tên cem hev du, an jî du muxalif gava tên cem hev du, bi sedan polîsa xwe davêjin ser me. Lê ev kes, wisa bi rihetî digerin. Nexwe li holê pirsgirêkek heye."    TÊKOŞÎN   Dûman, bibîr xist ku kurd, tevgerên çepgir û sosyalîst hedef tên girtin û got: "Hem bi hêzên qanûnî hem jî bi hêzên paramîlîter bi ser me de tên, lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em baş dizanin em li ser kîjan rêçê ne û bîrdoziya me çi ye. Em baş dizanin vê ewm jî çawa bi dijminatî tevdgerin. Em ê bi vê ferasetê li hemberî wan bitêkoşin."    MA / Îdrîs Sayilgan