Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe 2021-07-15 09:13:30 ŞIRNEX - Zîlan Sevînç a li gundê Danêr yê bi ser navçeya Hezexê piştî girtina Navenda Çand Hûnerê ya Mem û Zîn niha bi derfetên xwe yên herî kêm, fêrî muzîkê dibe û dixwaze di pêşerojê de di warê muzîka kurdî xwe li pêş bixe.  Zîlan Sevînç (17) a li gundê Danêr yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ku berî qedexeya derketina kolanan li navçeya Cizîrê diçû  Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn û di nav koroya zarokan de cih digirt, ji ber ku  navenda çandê hat hilweşandin niha bi derfetên xwe fêrî muzîkê dibe. Sevînç a ku dixwaze bi zimanê dayikê perwerdehiya muzîkê bibîne, bi zehmetiyê mezin re rû bi rû dimîne. Di sala 2020'an de Sevînç dibistana ku lê dixwîne  tevlî pêşbirka stranan dibe û dixwaze ku bi straneke kurdî tevlî bibe, lê ev daxwaziya wê ji hêla rêveberiya dibistanê ve tê astengkirin û nayê xwestin ku bi kurdî stran werin gotin. Sevînç bêyî daxwaziya xwe tê qanihkirin ku bi tirkî stran bibêje. Li gel van hewledanan Sevînç ji derveyî vîna xwe tirkî stran dibêje û di pêşbirkê de jî weke yekem tê hilbijartin. Sevînç a ku di temenê xwe yê 5 salî de di Navenda Çand û Hûnerê de koroya zarokan de cih digire, niha ji ber ku navendên çand û hunera kurdî li herêma wê tune ne, bi derfetên xwe hînî muzîkê dibe û naxwaze ku dev ji muzîka kurdî berde.    'DIXWAZIM JI HUNERA KURD RE XIZMETÊ BIKIM'     Zîlan Sevînç anî ziman ku ew di temenê xwe yê biçûk de heta niha bi muzîkê re eleqeder dibe û ew dixwaze xwe di warê muzîka kurdî li pêş bixe. Sevînç wiha behsa hezkirina xwe ya ji bo muzîkê kir: "Ez di temenê xwe yê 5 salî de li gel bavê xwe diçûm Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zîn. Di çandê de min di koroya zarokan de perwerdehî dît. Pişt re li ser Cizîrê qedexeya derketina derve hat ragihandin û ez êdî nema çûm. Li wir derfeta min çêbû ku min hûnermendên weke Aynur Dogan, Ferhat Tunç û hwd nas kirin. Li gel naskirina van hûnermendan hezkirina min a li hemberî mûzîka Kurdî zêdetir bû. Armanca min ew e ku ez bibim hunermendeke nav û deng. Dixwazim ku ji hûnera kurd re xizmetê bikim."   NEHIŞTIN KU DI PÊŞBIRKÊ DE  BI KURDÎ STRAN BIBÊJE    Sevînç di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di dibistana ku lê dixwîne tirkî stran li wê hatiye ferzkirin û wiha got: "Ez dixwazim bi zimanê dayikê xwe di muzîka kurdî li pêş bixim. Di dibistana me de pêşbirka stranan çêbû. Min got ez ê kurmancî stranê bêjim. Ji min re gotin, 'Na kurmancî nebêje, hem jûrî kurmancî nizanin û hem jî kurmancî qedexe ye'. Ji neçariya xwe min jî tirkî got. Min li gorî strana kurmancî amadekariyên xwe kiribûn û min pir dixwest kurdî bibêjim. Lê hatin astengkirin. Min ji nêçariya xwe tirkî got û  li tevî vê jî ez yekem hatim hilbijartin."    'NAHÊLIN EM BI ZIMANÊ XWE STRANAN BIBÊJIN'    Sevînç diyar kir ku piştî ku Navenda Çand û Hûnerê hat girtin wê bi derfetên herî kêm xwe bi xwe fêrî muzîkê kir û got: "Bi lêdana sîniyên xwarinê min xwe hînî defê kir. Piştî ku qedexe hat ragihandin min li gund şivantî kir û li ber pez min 24 seatan stran digotin. Destpêkê min dengê xwe nas kir û pişt re jî fêrî def bûm. Dema ku navenda çandê hat girtin bêtir cesaret çêbû ku ez bi zimanê xwe stranan bibêjim. Nahêlin ku em bi zimanê xwe stran bibêjin. Daxwaziya min ew e ku Navendên Çand û Hûnerê yên Kurdî bên avakirin. Heger hatin avakirin, destpêkê ez ê herim wir û stranên xwe bibêjim."    MA / Zeynep Durgut