Ji ber çûyîna Erdogan a Qibrisê wê TDP meclisê boykot bike 2021-07-15 09:40:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qibrisê li dijî Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan boykot bi pêş dikeve. TDP'ê, biryar da ku dema axaftina Erdogan neçe Meclisa Qibrisê.    Li Qibrisê, li dijî serdana Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya di 20'ê tîrmehê de boykot bi pêş dikeve. Li gorî nûçeyeke ku Rojnameya Ozgurê derbas kiriye, Meclisa Partiya Demokrasiya Civakî (TDP), roja ku Erdogan li Meclisa Qibrisê axaftine bike wê neçe meclisê. Wê TDP ne tevlî rûniştinê bibe ne jî axaftina Eredogan guhdar bike.    Li Qibrisê gelek partî, rêxistinên sivîl û ronakbiran jî mîna TDP'ê biryara boykotkirina Erdogan girtin û amadekariya vê yekê dikin.