Ji ber ku biryara lêgerînê xwestin polîsan îşkence li wan kir 2021-07-15 09:58:37   HATAY - Li Îskenderûnê Ridvan Kartal û birayê xwe di wesayîta xwe de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û polîsên xwestin wesayîtê lêgerîn bikin îşkence li herdu birayan kirin.    Ridvan Kartal û Ahmet Kartal ên birayê hev di 12’ê tîrmehê de li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di wesayîta xwe de bi rê de diçûn, polîsan wesayîta wan sekinand û xwestin ser wan û wesayîtê lêgerîn bikin. Herdu birayan li biryara lêgerînê pirsîn. Li ser pirsa wan polîsan dest bi gundiyê kirin û li wan dan. Laşê herdu birayan ji ber lêdana polîsan reş û şîn bû. Polîsan herdu birayan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û rapora “birîndarkirina basît” wergirtin.    Polîsan pişt re herdu birayan birin qereqolê û bi hêceta “nehiştine polîs wezîfeya xwe bikin”, “heqaret” û tehdît” îfadeya wan girtin. Derbarê polîsan de jî bi sûcdariya “wezîfeya xwe xerab bikar anîne” kirarî hat kirin. Hem herdu bira û hem jî polîs ji hev bûn gilîkar.    ‘ÎŞKENCE LI ME KIRIN’    Ridvan Kartal behsa tiştên hatine serê wan kir û diyar kir ku ew birayê xwe û zarokê wî yê sê sal û nîv di wesayîtê de bûne. Kartal da zanîn ku polîsan pêşiya wan girtiye û wan ji wesayîtê derxistiye û xwestine ser wan û erebeyê lêgerîn bikin. Kartal got wî ji polîsan biryara lêgerînê xwestiye û polîsan êrişî wan kiriye û wî û birayê wî avêtine erdê û ji paş ve destê wan kelemçe kirine û îşkence li wan kirine. Kartal destnîşan kir ku ew li dijî polîsan derneketine û tenê wan biryara lêgerînê xwestiye û hatine îşkencekirin û gef û heqaret li wan hatine xwarin. Kartal got polîsan li qereqolê ji wan re gotiye “hindik jî li we ketiye” û heqaret li wan kirine.    PASAPORT WINDA YE    Kartal anî ziman ku pasaporta wî da polîsan winda bûye û got: “Ji ber vê nikarim derkevim derveyî welat. Ez û birayê xwe ji polîsan gilîkar in. Em dixwazin polîs werin cezakirin.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen