Li Geverê bîranîna 14'ê Tîrmehê 2021-07-15 10:54:01   COLEMÊRG - Li gelek taxên navçeya Geverê ji bo bîranîna kesên di 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn fîşekên hewayî hatin teqandin.    Li taxên Orman, Kişla, Dîze û Cûmhûrrîyetê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo bîranîna kesên di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn fîşekên hewayî hatin teqandin. Li hin taxan jî ciwanan agir kirin û bi tilî û fîkandinê re dûrişmeya "Bijî berxwedana zîndana" berz kirin. Piştî çalakiya ciwanan hejmarake zêde polis bi maşîneyên zirxî derbasî taxan û bû taxan dorpêç kirin. Li taxa polisan nasnameyên welatiuan kontrol kirin.