Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê 2021-07-15 11:53:34   MÛGLA - Hat ferqkirin ku êrişkarê ku avahiya HDP’ê ya navçeya Marmarîsê gulebaran kir, ji bo dîmenên kamerayê bêbandor bike şalterên ceyranê anîne xwarê. Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Guven Goknar, derbarê bûyerê de wiha got: “Kesekî ku psîkolojiya wî xerab bûye çawa tê bîrê ku kamerayê bê bandor bike? Ev yek jî dide nîşandan ku bûyer çawa bi plan hatiye kirin.”      Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, duh di saetên serê sibehê de li dijî avahiya HDP'ê ya navçeyê êrişeke çekdarî pêk hatibû. Têkildarî êrişê de hûrgiliyeke balkêş derket holê. Êrişkarê bi navê A.T.D yê di saetên serê sibê de hat pêş avahiya partiyê, bi çifteyê gule berdan avahiya partiyê. Camên avahiya ku kes têde nebû bi gulebaranê şikestin. Êrişkar pişt re ket hundirê avahiyê û guleberdana xwe berdewam kir. A.T.D. bi dehan gule berdan pankarta “Siyaseta demokratîk nikare were tasfiyekirin” ku bi dîwêr ve daliqandî bû û hundir texrîb kir.    Piştî agahdarkirina kesên derdorê polîsan A.T.D. binçavkir. Lêpirsîna A.T.D ya li Miduriyeta Polîsan a Marmarîsê didome.    PIŞTÎ KAMERA DÎT ŞALTERÊN CEYRANÊ ANÎN XWARÊ   Her çiqas di nûçeyên ku medya hawiz serwîs kirin de êrişkar weke “psîkolojiya wî xerab bû” were nîşandan jî, hat hînbûn ku piştî êrişkar dikeve avahiyê û kamerayên ewlehiyê ferq dike, ji bo kişandina dîmenan asteng bike şalterên ceyranê anîne xwarê. Polîsan dest danîn ser dîmenên ku kamerayan beriya niha qeyd kiribûn.   HEVSEROKÊ NAVÇEYÊ: ÇAWA TÊ BÎRÊ KU KAMERAYÊ BÊ BANDOR BIKE   Hevserokê HDP’ê yên Navçeya Marmarîsê Guven Goknar pirsa “Kesekî ku psîkolojiya wî xerab bûye çawa tê bîrê ku kamerayê bê bandor bike?” kir  û wiha got: “Kesên ku jê re dibêjin psîkolojiya wî xerab bûye bi çifte camê dişikîne, dikeve hundir, şaltera ceyranê digere, dibîne û şalteran tîne xwarê. Piştî ku kamerayê bê bandor dike hundir gulebaran dike. Kesekî ku 4-5 raporên wî hene çawa tê bîrê ku kamerayê bê bandor bike? Ev yek jî dide nîşandan ku bûyer çawa bi plan hatiye kirin.”   Goknar, bi lêv kir ku hêzên li pişt êrişkarên ku partiya wan hedef digirin nas dikin û wiha axivî: “Em dizanin ku êriş kî dide kirin. Nikarin HDP’ê bi şiklî bitirsînin û paşve gavê pê bidin avêtin. HDP partiya ku xwedî li aştî û demokrasiya vî welatî derdikeve ye. Ji her aliyê Tirkiyeyê bi hezaran kes li me geriyan û peyamên xwe yên piştevaniyê ragihandin. Ev piştevanî me mezintir dike. Nikarin me bi van êrişan têk bibin. Me soz da Denîzê. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî Tu gule nikarin bi HDP’ê paşve gavê bidin avêtin. Li HDP’ê cesaet heye.”   ÇEPNÎ: EM SERÎ NATEWÎNIN   Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku ji sala 2015’an ve ser partiya wan siyaseteke komkujiyê tê birêvebirin û wiha got: “Sedemê van êrişan hemûyan têkoşîn azadî û demokrasiyê ya ku navenda wê HDP ye. HDP, teslîmî pergala AKP’ê û MHP’ê nebû, ji bo ku serî netewand siyaseta komkujiyê tê kirin. Difikirin ku heke HDP’ê bêdeng bikin wê hêzên ked û demokrasiyê bê bandor bikin. Li ser îmhaya HDP’ê dixwazin girseyên xwe di destên xwe de bihêlin. Berpirsyara êrişan jî ya ku fermanê dide jî Qesr e. Em têkoşîneke ku lîstikên wan xera dike dimeşînin. Em ê li dijî êrîşan zêdetir xwe bi rêxistin bikin û siyasetê bikin.”   HDP LI EGEYÊ MEZIN DIBE   Çepnî, sedemê ku êrişên vî demê dawî de li Herêma Egeyê ser partiya wan zêde dibin wiha vegot: “Herêma Egeyê HDP bi xwe ye. Herêmeke ku gel bi hev re dijîn û tevlî siyasetê dibine. Fîkriyata HDP’ê jî ev e. Li Herêma Egeyê HDP mezin dibe. Ligel hemû zextan xwe bi rêxistin dike, polîtîkayên xwe têxin meriyetê. Sedemê êrişan jî ev in. Dixwazin me li Egeyê asteng bikin û têxin hundirê avahiyan. Lê me gotina xwe got, em ê li her derê bibin Denîz û faşîzmê têk bibin.”   Serdanên piştevaniyê yên avahiya HDP’ê didomin.    MA / Semra Tûran