Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin 2021-07-15 15:23:29   STENBOL - Peywirdarê HDP'ê Sezer Ozturk ku li ser diwarê mala wî nivîsa "Elewî biteqize kurd" hat nivîsandin, dema ku çû qereqolê giliya rewşê vê rewşê kir, polisan bi hinceta ku wêne û dîmenên nivîsê li ser medya sanal parve kiriye gef lê xwarin ku wê bi sûcdariya "teşfîqkirina gel a kîn û nefretê" derbarê wî de lêpirsîn bidin destpêkirin.     Li ser dîwarê mala Sezer Ozturk ku li Nûnertiya HDP'ê ya li taxa Ornekê ya navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê perywirdar e, bi tîpên mezin nivîsa nîjapderest "Elewî biteqize kurd" hat nivîsandin û îşareta xaçparêzan li ber hat danîn. Ozturk, dema ku serê sibehê ji bo xuriniyê ji mala xwe derdikeve derve nivîsê ferq dike û wêne û dîmenên nivîsê dikişîne û li ser hesabê xwe yê medya sanal parve dike. Piştre jî ji bo gilîkirinê diçe Qereqola Polisan a Kiraçê ya li navçeyê.   GEF LÊ XWARIN   Ozturk, destnîşan kir ku li qereqolê polisan gef lê xwariye û ev tişt got: "Piştî min ku îfade da û xwest li wesayîta xwe siwar bim, polisan min dan rawestandin û gotin, 'Wê amir bi te re biaxive'. Min bi amir re hevdîtin kir. Amir ji min re ev tişt got, 'Te ev li ser medya sanal jî parve kiriye, wan jê bibe. Em tev xwişk û bira ne. Te wiha gel teşfîqî kîn û nefretê kiriye. Ev ne tiştekî rast e te kiriye. Heke tu ev jê bibî wê ji bo te baştir be. Heke tu jê nebî jî em ê ji teşfîqa gel a kîn û nefretê derbarê te de kirarî bidin destpêkirin'."   ZEXT Û ZILM DIDOME   Ozturk, destnîşan kir ku salên dûr û dirêj in li dijî kurd û elewiyan polîtîkayên zext û zilmê tên meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Seyît Riza, Koçgirî, Madimak dizanin. Ev komkujî berdewam dikin. Ev jî nîşaneya berdewamkirina vê zilmê ye."