Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe 2021-07-16 09:10:04   RIHA - Li Bêrecûkê, pira ku 70 sal berê ji bo kesên biçin nav baxçeyên xwe hatiye çêkirin û niha bi hezaran kes di ser re diçin û tên, ji ber ku li derdora wê cax tune ne, bûye cihê talûkeyek mezin.    Li Taxa Kûrtûlûş a navçeya Bêrecûk a Rihayê, pira li ser rêya Dîlok-Rihayê, bûy cihê talûkeyek mezin. Pir, di sala 1951'ê de bi piranî ji bo kesên biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê hatiye çêkirin, niha qirçînî ji stûnên wê tê. Pir, 10 metreyan bilind e û li derdora wê tu cax tune ne. Şêniyên taxê anîn ziman ku ji bo vê gelek caran serî li şaredariyê dane, lê belê tiştek nehatiye kirin.    BI HEZARAN KES DI SER RE DIÇIN Û TÊN    Esnaf Mûzaffer Hocaoglû (50) anî ziman ku temenê pirê 70 sal e û niha 20 hezar kes di ser re diçin û tên. Hocaoglû got: "Bûye cihê talûkeyek mezin. Tiştekî nakin. Ma gere hin kes bimirin paşê tevdîr bên girtin?"    Hocaoglû, da zanîn ku kesên diçin nexweşxaneyê di ser vê pirê re diçin û tên û got: "Wekîd in alternatîfek wan tune ye. 10 metre bilind e û wesayît di bin re diçin û tên. Zarok jî pir di ser re diçin û tên. Heger keysa xwe winda bikin, dê bikevin nav wesayîtan. Her cara ku em di ser re diçin diheje. Dibe ku em bikevin an jî pir bi ser wesayîtan de bikeve. Berê hin qeza çêbûn. Divê bê tamîrkirin an jî pirek nû bê çêkirin."    Hocaoglû, bilêv kir ku gelek caran serî li şaredariyê dane û daxwazname dane, lê tiştek nehatiye kirin.    Mahmût Demîr (24) ku mala wî nêzî pirê ye, anî ziman ku berê gelek qeza çêbûne. Demîr got: "Ji ber ku nexweşxaneya dewletê li vir e, mirov di ser vê pirê re diçin û tên. Her roj bi sedan nexweş di ser re diçin û tên. Lê kesên berasteng nikarin di ser re biçin. Ji lew re zemîna pirê li gor sendelyeyên bi teker nehatiye çêkirin. Ji ber ku mala me nêzî pirê ye, hin welatiyên berasteng ji me dixwazin em aliyên wan bikin. Car heye em wan li pişta xwe dikin û dibin wî aliyê rê. Hema bibêje 20 hezar kes di ser re diçe û tê. Divê rayedar tiştekî bikin."    DÎROKA PIRÊ   Abdûllah Bozkûrt (85) diyar kir ku bi zorê di ser pirê re diçe. Bozkûr, da zanîn ku ji bo ku mirov biçin nav baxçeyên xwe ev pir hatiye çêkirin, lê belê niha bi hezaran kes di ser re diçe û tê û got: "Berî pir bê çêkirin, ev der giş baxçe bûn. Li cihê pirê jî boriyeke mezin a avê hebû. 70 sal berê, ji bo mirov biçin wî aliyî ev pir hat çêkirin. Her ku çû li derdora wê xanî hatin çêkirin."    Bozkûrt, bilêv kir ku ji ber ku nexweş e, tim diçe nexweşxaneyê û got: "Gava diçim diêşim. Tenê ne ez, hemû welatî zehmetiyê dikişînin. Ev pir, ji bo ku 20 hezar kes di ser re biçin û bên nehat çêkirin. Heger li dewsa wê bihurek baş çêbikin ê baş be. Siyasetmedarên di dema hilbijartinan de tên gotin 'nexweşxane hat çêkirin, em ê vê pirê jî nû bikin.' Pireke pir talûke ye. Ma qey rayedarên di vê rêyê re derbas dibin vê pirê nabînin?"    MA / Emrûllah Acar