Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin 2021-07-16 11:44:27   BEDLÎS - Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê Hanim Akkûş hat binçavkirin.    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûşbaya Wanê Hanim Akkûş di ketina navçeya Tetwana Bedlîsê de li xala kontrola polîsan hat binçavkirin. Hat zanîn ku Akkûş ji ber dozek derbarê wê de vebûye hatiye binçavkirin û wê birine Miduriyeta Polîsan a Tetwanê.