Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin 2021-07-16 12:10:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî wêne û dîmenên goristana aydê endamên YPG, YPJ’ê û sivîlan parve kir û got: “Dawî li vê qirkirinê bînin.”    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bertek nîşanî cenazeyên aydê YPG, YPJ’ê û sivîlan ku ji Goristana Avestayê ya Efrînê hat derxistin da. Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê wêne û dîmenên goristanê belav kir û wiha got: “Hêzên dagirker ên tirk, goristana şehîdên me vekirî ye û jê derxistye. Bi berevajîkirinê wek ‘gora komî’ pêşkêşî raya giştî ya dinyayê kiriye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku li tavilê vê qirkirinê bi dawî bikin û ji bo Efrîn û şêniyên wê ji sûcên şer û sûcên dij mirovane werin parastin bikeve tevgerê.”