Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan 2021-07-16 12:47:10   STENBOL - Girtiyê nexweşê penceşêra Lenfê Mehmet Zahît Ozdemîrlî, bi şert hat berdan.   Girtiyê nexweşê penceşêra Lengê Mehmet Zahît   Ozdemîrlî, piştî ku ji Saziya Tipa Edlî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” girt, cezayê wî heya 6 mehan hat taloqkirin û bi şert hat berdan. Ozdemîrlî yê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê hat berdan, ji bo dermankirinê li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat razandin.