Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin 2021-07-16 12:58:15   AMED - Qatil Aslan Karakaş ê Emîne Karakaş qetil kir, hat girtin.   Li navçeya Bismilê ya Amedê, Aslan Karakaş (34) piştî tacîz û gefên salekê xwest bi zorê ciwana 16 salî Emîne Karakaş bi wî re bizewice. Ji ber ku Emîne Karakaş nexweş bi wî bizewice, di 4’ê Sibatê de rastî êrişa biçek a Aslan Karakaş hatibû. Emîne di êrişê de bi giranî birîndar bibû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê piştî 138 rojan di 21’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da bû. Aslan Karakaş piştî 161 rojan duh li navçeya Bismilê teslîmî eskeran bibû.    Karakaş piştî îfadeya wî li qereqolê hatibû girtin, sewqî edliyê hat kirin. Karakaş hat girtin û şandin girtîgehê.