TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye 2021-07-16 13:06:38 ÊLIH - Desteya TMMOB’ê ya Êlihê bal kişand ser pirsgirêka avê û ceryanê ya li gundên Hezoyê û diyar kir ku piştî DEDAŞ ketiye destê şîrketa taybet li gundan pirsgirêka cidî ya avê diqewime.    Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Êlihê têkildarî birrîna ceryan û qûtkirina avê ya li gundên Hezoya Êlihê li avahiya Odeya Avahîsazan daxuyanî da çapemeniyê. Pêkhateyên TMMOB’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji Nûnertiya Odeya Endezyarên Ceryanê ya Êlihê Firat Tuzun bi bîr xist ku ji 20 rojan zêdetir ava gundên bi ser Hezoyê ve hatibûn qutkirin û got: “Mafê ava paqij mafê herî rewa û bingehîn e. Di sedsala 21’emîn de li Tirkiyê û bi taybetî di van şertên pandemiyê de xelkê me bêav hatiye hiştin. Ev bêavî qet û qet nayê qebûlkirin. Rewşa li gundên Batmanê diqewime, trajediyek mirovî ye. Divê ku ev yek ji insafa saziya ceryanê re neyê berdan.”    PIŞTÎ DEDAŞ HAT FIROTIN PIRSGIRÊKÊN CIDÎ DERKETINE    Tuzun destnîşan kir ku piştî karûbarê saziya belavkirina ceryanê ketiye destê şirketa taybet, di temînkirina ava gundan û pompaja wan de pirsgirêkên bir cidî derketine holê û bi dû ku şirket ketiye destê şîrketa taybet gundî derveyî xizmeta baş hatine hiştin û xetên av û ceryanên gundan nehatine xurtkirin. Tuzun anî ziman ku divê li gundan dabînkirina avê û belavkirina ceryanê ji nûve were birêkûpêkkirin û got: “Di şert û mercan de dibe bila bibe, mafê ava paqij mafek bingehîn e. Astengkirina avê nayê qebûlkirin. Divê mafê dabînkirina avê were mîsogerkirin. Em wek TMMOB’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka ceryana lig undan ku her cûre desteka teknîkî bidin amade ne. Em carek din diyar dikin ku em li cem xelkên gundên xwe cih digirin û em bang dikin ku ev krîz li tavilê were çareserkirin.”    ÇI BÛBÛ?   Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di 23’ê yê hezîranê de li gundên Zîlan, Bacaxê, Xoxê, Kifîfê, Holê, Huskutê, Selîvê, Kanîkê û Malê Gir ên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve bi hêceta “deyn nayên dayîn” ceryana dînamoyên ava gundan birrîbû û ava gundiyan qut bûbû. DEDAŞ’ê li ser berteka raya giştî piştî 22 rojan ji ber Cejna Qurbanê ceryana dînamoyên ava gundan berda.