Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin 2021-07-16 15:35:30   AMED - Recep Çelîk û Devran Adibelî ku duh bi hev re ji bo dewetê ji Amedê çûne Farqînê, di rê de li hev xistine û hat gotin ku Çelîk jiyana xwe ji dest daye û di loxerê de hatiye veşartin.    Reçep Çelîk û Devran Adibelî ku hevkarên hev ên dikana xurde ne, duh bi hev re ji bo dewetê ji Amedê çûne gundê Avanekê yê Farqînê. Hat gotin beriya ku her du hevkar bigihîjin gund, li mezraya Herêmê Boro ya gundê dewet lê li hev dixin û Recep Çelîk tê kuştin. Devran Adibelî piştî ku hevkarê xwe  Çelîk dikuje dixe loxerê û cenazeyê wî vedişêre.    Li ser gilîkirina gundiyan cendirme û dozger îro serê sibehê diçin cihê bûyerê û cenazeyê Çelîk ji loxerê derdixin û radikinmorga Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê u ji vir ji bo otopsiyê radikin Amedê.    Hat zanîn ku gumanbar Adibelî piştî bûyerê çûye radestî qereqolê bûye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.