Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn 2021-07-16 16:43:01   COLEMÊRG – Suleyman Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Endama SGDF’ê Yagmûr Ûcî, di bîranînê de axivî û got: “Kesên li Pirsûsê hevalên me qetilkirin û yên Denîz Poyraz qetil kirin heman kesin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), endamên Platforma Şaxa KESK’ê ya Colemêrgê, mamoste Suleyman Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bû, li ser gora wî bibîr anîn. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Polîsan goristana li Taxa Orman dorpêç kirin.    Berdevkê Şaxa Egîtîm Senê ya Colemêrgê Mûrat Balikesîr, di bîranîn de axivî û got: “Ew ji bo pêkanîna xewnekê ketin rê. Kesên ku xeyalên aştiyê, azadiyê û zarokan reş dikin, Suleyman û 33 rêhevalên wî li Pirsûsê qetil kirin. Ew şehîdên demokrasiyê ne. Em ê tu carî wan ji bîr nekin.”    ‘KOMKUJÎ EYNÎ NE’   Endama SGDF’ê Hêlîn Yagmûr  Ûcî, dûre axivî û bal kişand ser Komkujiya  Pirsûsê. Ûcî, da zanîn ku kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin, ji bo ku pira di navbera gelên Kurd û Tirk de ava bikin ketin rê û wiha got: “Kesên li Pirsûsê hevalên me qetilkirin û yên Denîz Poyraz qetil kirin heman kesin. Emê tu carî ji ber komkujî, binçav kirin, girtin û îşkenceyê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   Hevserokê HDP’ê yê Geverê Abdulkerîm Akdogan jî, komkujî lanet kir û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn.   ‘KUJERÊN KURÊ MIN DIVÊ BÊN DÎTIN’   Dayika Aksû Kudret Aksû jî, wiha axivî: “Ez ne tenê dayika Suleyman, dayika 33 hevalên Suleymanim. Zarokên me ji bo aştî û hizûrê çûbûn. Di çanteyên wan de, pêlîstik hebûn û dixwestin ji bo zarokan bibin. Ez kujerên mamoste Suleyman dixwazim. Dilê min dişewite. Mala min xirab kirin. Ev jî tê rê nekir, 7 caran gora kurê min hilweşandin.”    Piştî ku girseyê qerenfîl danî ser gora Aksû, bîranîn bi dawî bû.