35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-16 21:43:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 918 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 229 hezar û 582 test hatine kirin û 6 hezar û 918 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 35 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 5 hezar û 84 kes jî baş bûne.