Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin 2021-07-17 12:32:58   AMED - Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ku li torosa spî hatin siwarkirin û hatin binçavkirin, 26 agahî ji wan nayê girtin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya "bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 649'an hat li darxistin. Di çalakiyê de aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ku di 7'ê hezîrana 1995'an de bi torosa spî hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin hat pirsîn. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD'ê Jiyan Ormanli, çîroka Aksoy û Orhan Cîngoz vegot.   3 CARAN HATIN BINÇAVKIRIN   Ormanli, diyar kir ku Edîp Aksoy li gundê Zenge yê navçeya Licê ya Amedê jiyaye û 3 caran ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û îşkenceyên giran lê hatine kirin û derbarê Aksoy de ev agahî dan: "Di sala 1993'an de di encama zexta leşkeran de koçî navenda Amedê dibe. Edîp Aksoy bi firotina titûnê debara mala xwe dikir. Di 7'ê hezîrana 1995'an de ji mala xwe derket û çû dikana xwe ya li kolana Melîkahmetê. Di saetên nîvro gundiyê xwe Orhan Cîngoz (23) dît û bi hev re çûn Baxçeyê Çayê yê Yeşîlçinar ê li Deriyê Çiyê. Li vir dema ku bi hevalên xwe re sohbet dikinrin toroseke spî hat li ber wan sekinî û 3 kesên bi kincên sivîl piştî ku nasnameya wan kontrol kirin Edîp û Orhan bi xwe re birin. Rexmî ku ev li ber çavê herkesî pêk hat jî binçavkirina wan hat redkirin. Hemû hewldanên ÎHD'ê û malbatan bê encam mane û heta niha agahî ji wan nehatiye girtin."