Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e 2021-07-17 13:35:31   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 131’emîn a çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” de, peyama “Tu zilm heya hetayê dom nake. Bêguman dawiya zaliman nêz e” parve kir.    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji 9’ê Adarê ve dewam dike, di roja 131’emîn de ye. Malbatê ji ber dawiya hefteyê, çalakiya xwe ya nobetê îro li mala xwe dewam kir.   'DAWIYA ZALIMAN NÊZ E’   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam da: “Tu zilm heya hetayê dom nake. Bêguman dawiya zaliman nêz e. Daraz jî, bi nepirsîna hesabê komkujiyê, dibe şirîkê sûc. Em ji bo her kesî EDALET’ê dixwazin.”