ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike 2021-07-17 14:08:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê di salvegera 35’emîn a ÎHD’ê de axivî û got ew ê israra xwe ya di têkoşîna mafê mirovan, demokrasî û aştiyê de berdewam bikin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 17’ê Tîrmeha sala 1986’an de 35 sal berê hat damezrandin. Navenda Giştî ya ÎHD’ê li avahiya xwe ya li Enqereyê bi wesîleya salvegerê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “ÎHD 35 salî ye. Ji raboriyê ber bi siberojê ve têkoşîna me ya mafê mirovan, demokrasî û aştiyê berdewam dike” hat daliqandin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya mafê mirovan, demokrasiyê, azadiyê û aştiyê berdewam bikin.    STENBOL    Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî bi wesîleya salvegera 35’emîn li Meydana Sultanahmedê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, rêveberên ÎHD’ê û parêzvanên mafê mirovan beşdar bûn. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê  Gulseren Yolerî daxuyanî xwedn û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan a mafê mirovan berdewam bike.    Eren Keskîn û Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Umît Bîçer jî axaftinên kurt kirin û behsta têkoşîna mafê mirovan kirin û gotin ew ê têkoşîna xwe ya hiqûq, edalet û maf berdewam bikin.