Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî 2021-07-17 14:29:45 ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku gurcikên wî nemane û mîdeya wî xwîn dibe were berdan. Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 358’emîn de li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist.    Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî (70) ku ji Girtîgeha Bolûyê sewqî Girtîgeha Sîncana Enqereyê hatiye kirin.    REWŞA WÎ GIRAN DIBE    Çevîrmen da zanîn ku parêzerê Çelebî di 9’ê tîrmehê de serdana miwekîlê xwe kiriye û li gorî parêzerê wî ragihandiye rewşa miwekîlê wî her ku diçe giran dibe û di endamên raporên nexweşxaneyê de derketiye holê ku mîdeya wî xwîn bûye. Çevîrmen an ziman ku her du gurcikên Çelebî nemane û di hefteyê de 3 rojan diçe diyalîzê û nexweşîna tansiyonê zêde pê re heye û di demek nêz de felc bûye. Çevîrmen got Çelebî nikare bi rehetî li ser xwe here û were û pêdiviyên xwe dabîn bike û bi zoriyê re rûbirû maye. Çevîrmen xwest cezayê Çelebî û girtiyên nexweş hemû werin taloqkirin û berdan.