Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome 2021-07-17 15:34:29   ŞIRNEX - Ji 12’ê tîrmehê ve li Herêma Bestayê ya Şirnexê li qada daristanê şewat berdewam dike. Tu mudaxile nehatiye kirin. Her wiha birrîna daran a bi destê cerdevanan jî didome.    Li Herêma Bestayê dikeve navbera Şirnex û Sêrtê ji 12’ê tîrmehê ve li qada bi daristan şewat derketiye û berdewam dike. Li vê herêma şewatê operasyona leşkerî jî heye. Tê gotin ku şewat ji ber operasyonê derketiye. Heta niha tu bi awayî mudaxileyî şewatê nehatiye kirin. Çend roj berê gundiyan xwestibû agir bivemirînin, lê helîkoptêrên leşkerî herêmê gulebarankirin û şewat belavtir bû.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Şewatê ji Şirnexê dest pê kiriye û heta sînorê Sêrtê ku Çiyayê Herekolê lê ye berfireh bûye. Li vê herêmê daristanek ku zêde dar lê hene heye.   Di du salên dawî de bi taybetî li vê herêmê ji ber operasyonê leşkerî adeta xweza hatiye talankirin. Ji ber şewatên hatine derxistin heta îro bi deh hezaran donim qada bi daristan şewitîn.    Li herêmê talankirin ango birrîna daran jî bi destê cerdevanan berdewam dike û cerdevan van daran li kamyonan bar dikin û dibin difiroşin.