Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye 2021-07-17 23:08:03   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li Silopiyayê di şayiya gel de diyar kir ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê şikandin demokrasî ne pêkan e û got: "Êdî dema yekîtiya kurdan û şikandina tecrîdê ye."    Li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengiya MEBYA-DER û MED TUHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Dema Dema Azadiyê ye" şayiyek hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz û bi hezaran kes tevli şayiyê bûn. Li qadê pankartên li ser "Êdî Bes e! Dem dema azadiyê ye" û "Ji şer re na, aşitî" nivîsandî hatin daliqandin û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Gel bi kncên xwe yên gelêrî bi berzkirina dirûşmeya "HDP, gel e, gel li vir" govend gerandin.    Şayî ewilî bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî endama TJA'yê Asûman Kulter axivî. Kulter ji bo şikandina tecrîdê bang kir û got: "Heya girtiyên me azad bibin e mê li ber xwe bidin. Em we hemûyan silav dikin."    ‘DEMA AZADIYÊ'    Paşê Hevserokö HDP'a Silopiyayê Kadîr Konûr axivî. Konûr, bal kişand ser êrîşên li ser HDP'ê û got: "Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin, çok daneynin û serî netewînin. HDP, gel e. Hûn wan bigirin jî HDP, hêvî ye ji bo gelan. Şayiya me ya azadiyê û cejna me ya azadiyê pîroz dikim. Dema azadiyê ye."    'EM CARDIN LI QADA NE'    Paşê Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk gel silav kirin. Gel jî got "Silopiya bi we serbilind e" û xwedî li hevşaredarên xwe derketin. Hevşaredar Fîdan got: "Em duh jî li qadan bûn û em niha jî cardin li qadan e û em ê sibê jî li qadan bin."    ‘DAWIYA AKP-MHP'Ê HATIYE'    Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî diyar kir ku gelê kurd tu carî serî netewandiye û got:: "Kesên dijminatiya kurdan bikin, dê perçe bibin. Dawiya tifaqa AKP-MHP'ê hatiye. Bi berxwedana we dawiya wan hatiye ye. Dermanê faşîzmê HDP ye."    Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Girtiyên azadiyê 233 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Ji bo tecrîda li Kurdistanê, Tirkiyeyê û li ser Birêz Ocalan bê rakirin di greva birçîbûnê de ne. Bi tecrîdê li hemberî mirovahiyê sûc tê kirin. Ji bo ev sûc bê rakirin di grevê de ne. Ji bo tecrîd bê şikandin û ji bo azadiya Birêz Ocalan di grevê de ne. Girtî ji 14'ê Tîrmehê heya niha girtîgeh veguherandine qadên azadiyê û berxwedanê. Niha girtiyên azadiyê ji ber vê li girtîgehan li ber xwe didin. Dixwazin ev sûc ji holê bê rakirin. Lewma em dibêjin heya tecrîd bê şikandin em ê li ber xwe bidin."    ‘HEYA TECRÎD NEYÊ RAKIRIN DÊ DEMOKRASÎ NEYÊ'    Aydenîz, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê bar hemû ne li ser milê girtiyan be û daxwazên girtiyan daxwazine hiqûqî ne. Aydenîz got: "Lewma divê tecrîd bê şikandin û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi dawî bibin. Lewma em dibêjin heya tecrîd neyê şikandin dê grevên birçîbûnê bidomin. Tecrîda li Girava Îmraliyê dest pê kiriye, li tevahiya welat belav bûye. polîtîkayên qirêj, polîtîkayên şer û polîtîkayên qeyûman hemû girêdayî tecrîdê ne. Heya tecrîd neyê rakirin dê krîzên aborî, siyasî û civakî bidomin. Heya tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê demokrasî neyê. Ji bo demokrasiyê demildest divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Niha ji bo Ocalan li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Dê Ocalan demokrasiyê bîne Kurdistan, Rojahilata Navîn û Tirkieyê."    ‘DEMA YEKÎTIYÊ'    Herî dawî Aydenîzê got: "Dewleta tirk dixwaze li hemû perçeyên Kurdistanê kurdan biqedîne. Kurd, li hemberî vê têdikoşin. Niha heger em nebin yek, dê ev hewildanên qirêj bidomin. Divê em li her çar perçeyan bibin yek. Ne ji bo perçeyekê, ne ji bo malbatekê, ne ji bo partiyekê ji bo tevahiya Kurdistanê divê em bibin yek. Em niha di vê şayiyê de dibêjin dem dema azadiyê ye. Dem dema yekîtiyê ye. Îro dema dema şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e."    Şayî, bi stranên Koma Awazên botan, hunermend Merve Admiş û Azad Bedran bi dawî bû."