Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin 2021-07-18 10:35:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di meha hezîranê de 9 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin.  Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) rapora meha hezîranê a têkildarî binpêkirinên mafan ên li Rojhilatê Kurdistanê qewimîne eşkere kir. Di rapora KMMK’ê de hat destnîşankirin ku di meha hezîranê de 22 aktîvîstên mafê mirovan û siyasetvan hatine girtin.    Li gorî raporê di meha hezîranê de herî kêm 9 kolber ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hatine kuştin û 14 kolber jî birîndar bûne.    Her wiha di raporê de hat gotin 6 jê jin bi giştî 12 kesan ya xwe şewitandiye yan jî întîhar li wan hatiye ferzkirin.