ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-19 09:00:37   * Kana madenê ya ku berî 20 salan li taxa Dedeyazî ya Elewî lê dijîn hat avakirin, jiyana zindî tune dike. Darên mişmişan ji ber tozê hişk dibin. Xaniyên welatiyan jî ji ber wesayîtên tonaja giran zirarê dibînin.    * Yasîn Can ê di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû, diyar kir ku pir dereng mudaxileyî birîndaran hat kirin, mirin pir zêde bûn û got: “Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar wê dewlet be.”    * Gelê Amedê ku pirsgirêka aboriyê dijî, nikare debara xwe bike û ji debara xwe bi fikare, Cejna Qûrbanê bîr kiriye.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 133'yemîn de li ber Edliya Rihayê bidome.    * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê wê li avahiya xwe derbarê rewşa girtiyê nexweş Ahmet Çakal de daxuyanî bide. (11.00)   * Li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê wê serdana goristanan were kirin. (17.30 -19.30)