Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike 2021-07-19 11:58:41 RIHA - Malbata Şenyaşar cejnek din jî li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî dike. Malbatê got: “Di bin zilmê de cejn nabe.”  Emîne Şenyaşar a ku di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên xwe winda kir û lawek wê hat girtin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê filîtî re çalakiya “Nobeta Edaletê” didomîne. Malbat 133 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dike. Malbata Şenyaşar di erefeya Cejna Qurbanê de jî li ber edliyê lêgerîna xwe ya edaletê domand.    ‘EM DI BIN ZILMÊ DE DIKEVIN CEJNÊ’    Ferît Şenyaşar têkildarî çalakiyê axivî û got: “Sibê Cejna Qurbanê ye. Em di bin zilmê de dijîn. Gelo di bin zilmê de cejnek çawa dibe? Yên ku hatiye serê wan dizanin. Em naxwazin ev yek were serê tu kesî. Sê mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Birayek min jî di hefsê de ye û bi awayek bêhiqûqî 38 sal ceza lê birîn. Sê sal in di hucreyek yek kesî de tê ragirtin. Ez û dayika xwe têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Em di zilmek nayê ravekirin de dijîn. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Em ê piştî cejnê têkoşîna xwe hin mezintir bikin. Heke dozgerên komarê wezîfeya xwe nakin, bila li ser wan qoltixan rûnenên. Em ê bi biryarî têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘DAYIK LI PEY EDALETÊ YE’    Li ser hesabê Twitterê yê malbatê jî ev parvekirin hat kirin: “Her kes di kelecana Cejna Qurbanê de ye, dayik li pêş edliyê li pey EDALET’ê digere. Di bin zilmê de cejn nabe! Cejna dozgerên rayedar ku dibin şirîkên sûc jî pîroz be..."