Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin 2021-07-20 09:00:17   COLEMÊRG - Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û bang li raya giştî kirin: "Bila her kes dengê xwe li dengê me zêde bike."    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 236'an de didomin.    Mahsîma Yaşar, dayika Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan de ye û Dilgeş Yaşar ku di Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê de ye, anî ziman ku divê gel piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bike.    BILA CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN   Dayik Yaşar, got: "Dilê me diêşe. Demildest divê îqtidar gavina bavêje. Çi hewce be divê bike. Tavilê divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Malbat hemû divê rabin ser pêyan. Zarokên me li girtîgehan dihelin. Parastina mafên wan peywira me ye. Piştgiriya ji bo wan peywireke mirovî ye. Dewlet û malbat hê li benda çi ne. Ma piştî cenazeyyên zarokên me ji girtîgehan derkevin dê gavina bavêjin? Bila çavê me ne li hatine cenazeyên wan be, bila zarokên em ji girtîgehan derkevin. Çi dikeve ser milê kê bila bike."    BERPIRSIYAR DEWLET E    Emîne Atak, dayika Necla Atak ku di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F'yê ya Kandirayê de ye, destnîşan kir ku berî ku zarokên wan dest bi rojiya mirinê bikin, demildest divê îqtidar gavina bavêje û got: "Heger vê carê rojiya mirinê dest pê bike, dê bi hezaran zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Heger cenazeyê zarokek me jî ji girtîgehan derkeve, berpirsiyar dewlet û îqtidar e. Ma çî me ji yên zarokên me zêde ye, em ê jî dest bi grevê bikin."    AZADIYA OCALAN    Atak, bang li xizmên girtiyan kir û got: "Divê her kes li ber vê neheqiyê rabe û dengê xwe li dengê me zêde bike. Em bi hev re rabin ser pêyan û çareyekê peyda bikin. Bila rojek berî rojekê gav bên avêtin. Daxwazên girtiyan daxwazên me dayikan e. Teqez divê şert û mercên girtîgehan bên başkirin û Ocalan azad bibe."