Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar' 2021-07-20 09:00:53   RIHA - Li Serêkaniyê kuştina 2 polîsan ku cardin bûbû hinceta şer, daxilî nav cinayetên "kiryar nediyar" bûn. Parêzer Eyyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku hikûmetê kuştina bi hezaran kesî esas negirt.    Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîs Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar li malên xwe bi awayekî gumanbar hatibûn kuştin. Piştî kuştina her du polîsan "pêvajoya çareseriyê" bi dawî bûbû û pêvajoya şer ji nû ve dest pê kiribû. Piştî kuştina her du polîsan, hin kesan du caran telefonî polîsan kiribûn û îxbar kiribûn. Piştî van îxbaran 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 10 kesan 7 kes hatibûn girtin. Piştî hewildana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê derbarê dozgerê îdianameyê Mehmet KIlsizoglû de biryara zevtkirinê hatibû dayîn û dadgerê derbarê gumanbaran de biryara girtinê dabû Nûrettîn Bûlût û xwediyê telefona pê îxbar hatibû kirin T.B. û birayê wî Ramazan B. di çarçoveya "lêpirsîna FETO"yê de hatibûn girtin. Lê belê îqtidara AKP'ê ji bo pêvajoya çareseriyê bi dawî bike, tim israr dikir ku van cinayetan têxe stuyê PKK'ê. Lê paşê kesên bi awayekî gumanbar hatibûn girtin hemû hatibûn berdan û derbarê wan de biryara beraetê hatibû dayîn. Lê belê mirina her du polîsan ku cardin bû sedema pêvajoya şer, wekî "kiryar nediyar" hat hiştin.    ÎŞKENCE   Ji parêzerên vê dozê Eyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku dosye ji ber ku kiryarên wê nayên aşkerekirin, ber bi dosyeyeke kiryar nediyar ve diçe.    Tînaş, anî ziman ku îşkence li muwekîlên wî hatine kirin û di biin îşkenceyê de îfade dane, lê belê tu eleqeya wan bi bûyerê re tune bûye. Tînaş, destnîşan kir ku ji ber ku muwekîlên wî tawanbarî qebûl nekirine bêtir hatine îşkencekirin. Tînaş, diyar kir ku gava giliyê kesên îşkence kirine kirine, vê carê ji bo mywekîlên wî dev ji giliya xwe berdin bêtir tahde li wan hatiye kirin û got: "Ji ber ku dev jê bernedan, vê carê derbarê wan de dosyenî din çêkirin. Bi taybetî jî derbarê Hasan Aydin û Huseyîn Aydin de dosyeyeke cuda hat amadekirin. Bi buyereke ku t eleqea wan pê re tune ye, cezayê muebeda giran li wan hat birîn. Sedema sereke ji ber ku giliyê kesên îşkencekar kiribûn. Bi taybetî Hasan Aydin, ji ber hilcoya filîstînê 6 mehan nikaribû destên xwe bileqîne."    Tînaş, anî ziman ku her du bira Hasan û Huseyîn Aydin, ji dosyeya kuştina polîsan beraet kirin, lê belê bi dosyenî din ceza li wan hat birîn.    GOR KOLANDIN    Parêzer Tînaş, da zanîn ku muwekîlê wî Nacî Yilmaz jî birine nav erdekî beyar û pê gor kolandine, li ber guhên wî çek teqandine û lêxistine. Tînaş, anî ziman ku ev beyan hemû di zabitnameyên dozgeriyê de hene, lê belê polîsên berpirsiyar îşeknceyê wekî prosedureke asayî nîşan dane û got: "Bi îşkenceyê xwestin muwekîlê me bikin kiryarê kuştina du polîsan. Sirf ji ber ku roja bûyerê telefona Sedat û Nacî girtî bûye, ev yek xistin stuyê wan û derpêş kirin ku her du bi hev re xebitîne."    ZABITNAMEA SIXTE   Tînaş, destnîşan kir ku li Şaxa TEM'ê hatiye xwestin derbarê muwekîlên wî de delîlên sixte bên çêkirin û îtiraz kirine ku ev ne mimkun e û got: "Ji ber ku bi qasî sal û nîvekê derbarê dosyeyê de biryara veşarî hebû, me nikaribû naveroka dosyeyê bibîne. Gava dosye vebû, zabitnanmeyên li gor îdiaya ku bi hev re telefonên xwe girtine hatibûn amadekirin, bi zabitnameyeke din ji holê rakiribûn. Yanî delîleke sexte, bi delîleke sexte ya din îmha kiribûn. Ev tiştekî pir ecêb bû."    ŞOPA TILIYÊN 4 POLÎSAN    Tînaş, anî ziman ku ji ber ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî hebûye, nizanibûne kîjan delîl hatine berhevkirin an jî kîjan nehatine berhevkirin. Tînaş, diyar kir ku piştî îdianame hatiye amadekirin dîtine ku di dosyeyê de qeydên HTS'ê yên bersûcan jî tune bûne. Tînaş, destnîşan kir ku hûrguliyeke ecêb a di dosyeyê de jî ew bû ku li mala her du polîsên hatin kuştin dewsa tiliyên 4 polîsan hatine dîtin.    Parêzer Tînaş got: "Berî dosye bê amadekirin îfadeya van polîsên şopa tiliyên wan hatine tespîtkirin hatiye girtin. Yanî ev dosye ewilî derbarê van polîsan de bûye. Polîs, di îfadeyên xwe de gotine 6 meh in neçûne wê malê. Yanî ev beriya tespîtkirina tiliyan hatiye gotin. Lê roja bûyerê şopa tiliyên van her çar polîsan tê dîtin."   Tînaş, bilêv kir ku lê belê derbarê van polîsan de lêpirsîn nehatiye kirin.    BEYANÊN DIKANDAR   Tînaş, diyar kir ku di dosyeya dozê de beyanên girîng ên ên dikandar Şeyhmûz Saglam in ku dikana wî di bin avahiya mala polîsên hatin kuştin de ye. Tînaş, bilêv kir ku dikandar di îfadeya xwe de diyar kiriye ku li cem her du polîsên hatin kuştine 2 kesên din jî hebûne û bi hev re çûne malê.    Tînaş, destnîşan kir ku piştî mutalaayê muwekîlên wî hemû beraet kirine û got: "Bi rastî jî me xwest kî ev sûc kiribe bên dîtin. Jixwe awayê girtina muwekîlên me bi xwe jî nîşan dide ku tu eleqeya wan bi bûyerê re tune ye."    KAMERA HATIN GIRTIN    Parêzer Tînaş, destnîşan kir ku roja bûyerê çêbûye li Serêkaniyê pergala naskirina plakayan û pergala kamerayê girtî bûne û çendî ku ne pêkan ber jî girtina van her du pergalan jî xistine stuyê muwekîlên wî. Tînaş got: "Midûrê Polîsan ê Rihayê, di daxuyaniya xwe de got, hin kesan her du pergal qufil kirine, ji bo vê bûyerê bikin. Qeydên tapeyan ên muwekîlan bi hostetî perçe perçe hatine tomarkirin. Mesela tapeyeke beriya bûyerê bi 10 rojan wergirtine û daxilî nav dosyeê kirine. Wekî ku eynî rojê axivîne amade kirine. Me ev, yeko yeko li dadgehê bilêv kirin. A rast sêwirandinek çêkirine. Jixwe dozger di mutalaaya xwe de bal dikişîne ser vê. Heger derbarê muwekîlan de şik û gumanek biçûk jî hebûna, dê bihatana cezakirin."    Tînaş, destnîşan kir ku bi hinceta van cinayetan pêvajoya aştiyê belsebeb hatiye xerakirin û got: "PIştî vê bûyerê bi hezaran mirov mirin. Ev bêtalihiyek mezin bû. Hikûmetê, biryara beraetê a dadgehê qet esas negirt."    MA / Bariş Polat