Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe 2021-07-20 09:01:06   ENQERE - Îqtidara AKP'ê dema Rewşa Awarte ya ku pişî hewildana eskerî ya 15'ê Tîrmehê îlan kiribû, saleke din jî dirêj kir. Hiqûqnas Gunal Kûrşûn got: "Ji lew re îqtidara siyasî nikare di şert û mercên asayî de welat bi rê ve bibe. AKP, mecbûrî Rewşa Awarte ye."    Îqtidara AKP'ê, Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewildana eskerî ya 15'ê Tîrmehê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de ragihandibû, di 31'ê Tîrmehê de dema wê saleke din jî taqlo kir. Ev yek bû cihê nîqaşan.    Îqtidara AKP'ê Rewşa Awarte ku ji bo qê gotibû "herî zêde dê sal û nîvekê bidome" 7 caran dema wê taqlo kiribû. Di vê demê de gelek binpêkirinên mafan rû dabûn û gelek sazî û dezgeh hatibûn girtin.    Hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan Doç. Dr. Gunal Kûrşûn ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin, biryara derbarê Rewşa Awarte de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘BI MILYONAN KES BANDOR JÊ GIRT'    Kûrşûn, bibîr xist ku di ser Rewşa Awarte re 5 sal derbas bûne û bi hezaran kedkar hatine îxrackirin û di vê heyamê de gelek komele û şîrket hatin girtin û mal û milkên gelek kesan hatin desteserkirin û kesên bi rayên gel hatin hilbijartin karbidestiyên wan hatin xespkirin û gelek qeyûm hatin tayinkirin. Kûrşûn, bilêv kir ku li gel vê azadiya bi hezaran kesî jî hatiye binpêkirin û got: "Gava mirov li tevahiya dîmenê mêze dike, mirov dibîne ku bi milyonan mirov bi awayekî pir xirab bandor jê girtiye."    ‘AKP, MECBÛRÎ REWŞA AWARTE YE'    Kûrşûn, destnîşan kir ku êdî li Tirkiyeyê şert û mercên Rwşa Awarte bûne şert û mercine mayinde û ev yyek bi qanûna jimare OHAL koşullarının artık'an veguheriye tiştekî "hiqûqî". Kûrşûn, darbeya 12'ê Îlonê bibîr xist û got: "Piştî darbeyê bi du sê salan re, bi awayekî qismî be jî şert û mercên demokrasiyê çêdibûn li vî welatî. Lê piştî derbeyeke pêknehatî ku bes hewildanek bû, bi 6 salan hê jî şert û mercên Rewşa Awarte hene. Bi rastî jî ev tiştekî pir awarte û ecêb e. Ji lew re îqtidara siyasî nikare di şert û mercên asayî de welat bi rê ve bibe. AKP, mecbûrî Rewşa Awarte ye. Dixwaze heya ji dest bê van şert û mercan berbelav bike. Lewma qanûna navbirî di çarçoveya qanûna torbeyî de bêyî bê nîqaşkirin û berpêşî raya giştî bê kirin, demildest di meclîsê re derbas kirin."    ‘DIJÎ DMME'YÊ YE'    Kûrşûn, bibîr xist ku gava Rewşa Awarte "qanûnî" bû, dema binçavkirinê 30 roj bû û got: "Li gor DMME'yê divê dema binçavkirinê herî zêde 4 roj bin. Piştî 4 rojan hincet çi dibe bila bibe, wekî binpêkirina mafan tê hesibandin. DMME, 8 saet dema rê jî daxilî nav vê dike. Lê di dema Rewşa Awarte de em bi 30 roj dema binçavkirinê re rû bi rû man û her çi hîkmet be, polîsan di roja 28 an jî 29'an de îfade digirtin. Lê di 29 rojên din de çi dikirin? Di dosyeyê de tu tiştekî berbiçav tune bû. Gava mesele girtin bûna me darazê rexne dikir, ji ber ku mekanîzmayeke cezakirinê ya pêşin dixist dewrê. Di vir de ji vê wêdetir heye. Em bi pergaleke ku ne bi girtinê, bi binçavkirinê mekanîzmaya cezakirinê dixe dewrê re, rû bi rû ne. Ji lew re tu 29 rojan azadiya kesekî/ê binpê dikî û paşê îfadeyê digirî."    Kûrşûn, da zanîn ku bi giherîna qanûna cezayî re niha dema binçavkirinê heya 12 rojan tê taqlokirin û got: "Lê em dibînin ku pêkanîn heman pêkanîn e. Nexasim jî gava mesel sûcên 'rêxistinî', sûcên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê (TMK) de an jî sûcên li hemberî Qanûna Bingehîn bin, em bi binçavkirinên dûr û dirêj re rû bi rû dimînin, lê dîsa jî îfade an di roja 10'an an jî 11'an de tê girtin û di 11 rojan de tu tiştekî nû daxilî nav dosyeyê nabin. Ev jî nîşan dide ku dîtina di dema Rewşa Awarte de niha jî didome."    DIVÊ TMK JI BINÎ DE BÊ BETALKIRIN    Kûrşûn, anî ziman ku tu pêdivî bi TMK'ê tune ye û divê ji binî de bê betalkirin. Kûrşûn got: "Ji lew re adeta me ya darizandinê tim li ser xalên ceza yên îkameyê hatine avakirin. Di qanûna ceza ya berê de xalên navdar; 141, 142 û 163 hebûn. Xalên 141 û 142 xalên cezakirinê yên ji bo propagandaya çepgiriyê bûn û xala 163'yan jî ji bo cezakirina propagandaya rastgiriyê an jî propagandaya îslamî bûn. Ev hatin betalkirin. Lê li şûna wê xala 8'an a TMK'ê bi cih kirin. Xala 8'an hat vetalkirin, lê xala 312'an a qanûna ceza ya berê bi cih kirin. Qanûna berê betalkirin, qanûneke ceza ya nû çêkirin û qanûna 312'an di qanûna nû de wekî qanûna 216'an lê bi heman peyvan hat çêkirin. Tew bi ser de xala 'heqareta li tirkîtiyê' ku kesên wekî Hrant Dînk û Orhan Pamûk pê hatin darizandin jî xebitandin. Piştî Orhan Pamûk û Hrant Dînk bi vê xalê hatin cezakirin, ev bûbû cihê bertekek mezin û paşê dîsa vegeriyan TMK'ê û di sûcên propagandayê de 7/2 derxistin pêş. Heger em vê jî betal bikin dê hin xalên cezayê yên din têkevin dewrê. Hîn jî 2016, 301 û 305 û xalên wekî 'heqareta li serokkomar' hene."    'HERÎ ZÊDE ÎQTIDAR MUHTACÎ REWŞA AWARTE YE'    Kûrşûn, anî ziman ku ji xeynî Rewşa Awarte tu çareyeke îqtidarê nemye, ji lew re gava pîvanên hiqûqê yên asayî bixebitîne, dê hesabdayîn çêbibe û hesabdayîn jî li hesabê îqtidarê nayê. Kûrşûn got: "Lewma heya ev îqtdar hebe dê li Tirkiyeyê tim Rewşa Awarte hebe. Tew ev îqtidar pesnê xwe dida ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte betal kirin, lê niha herî zêde ew muhtacî Rewşa Awarte ye. Hêvîdar im Tirkiye rojek berî rojekê ji rewşa bêhiqûqîtiyê xelas bibe û bibe dewletek rasteqîn."    MA/ Zemo Aggoz- Berîvan Altan