Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî 2021-07-20 09:01:55   COLEMÊRG - Kûdret Aksû, dayika Suleyman Aksû ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, bibîr xist ku roja cejnê kurê xwe bi rê kiribû û got: "Ji bo dest nedin kurê min, rojê sê caran diçim ser gora wî."    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), gelek ciwan ji bo alîkariyê bibin bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûs a Rihayê kom bûbûn. Li navenda çandê li hemberî ciwanan êrîşek bombeyî pêk hatibû. Di êrîşê de 33 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 104 kes jî birîndar bûbûn.     Ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn, yek jê Suleyman Aksû bû. Aksû, di sala 1990'î de li Gevera Colemêrgê hatiye dinê. Li Zanîngeha Çûkûrovayê piştî beşa mamostetiya îngilîzî kuta kiriye, dest bi mamostetiyê kiriye. Aksû, tenê sê salan mamostetî kiriye.      Aksû, di Cejna Remezanê ya sala 2015'an de ji Geverê berê xwe dabû Rihayê. Li Navenda Çandê ya Amarayê, li hemberî ciwanên ku ji bo alîkariyê bibin Kobanê, êrîşek bombeyî pêk hatibû. Aksû jî di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.     Gora Aksû, li Geverê ye. Gora wî di 6 salan de 7 caran hatiye texrîbkirin. Dayik Kûdret Aksû, bilêv kir ku di her cejnê de li bendê ye ku kurê wê li deriyê wê bixe.    Dayik Aksû,  bilêv kir ku ji ber şert û mercên aborî, bi zor kurê xwe daye xwendin û got: "Min bi kedeke mezin ew da xwendin. Kurê min keda min ber ba nekir, çû zanîngehê û bi dû re bû mamoste. Kurê min, mamosteyekî wisa bû, her tim helbest ji xwendekarên xwe re dixwendin."     'EZ Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÎ DERKEVIM'      Dayik Aksû, bilêv kir ku kurê wê ji bo zarokên ku li Kobaniyê bandor ji şer girtibûn tevî alîkariya insanî pênûs, pirtûk û lênûsk berhev kiribûn û got: "Heya sax bim, ez ê xwedî li têkoşîna wî derkevim. Bes ez tenê ne dayika Suleyman im, ez dayika her 33 kesa me."      CEJN EW DIÊŞÎNIN      Dayik Aksû ku got "Nehiştin kurê min kêfa gelek zarokên din bîne" bal kişand necezakirina kesên tiliya wan di komkujiyê de heye. Aksû, bilêv kir ku rojên taybet ên wekî cejnê, wê diêşîne û got: "Îro, cejn e. Lê ji bo min cejn tune ye. Kurê min, roja cejnê hat kuştin. Peyv di qirika min de asê dibin. Gav hevalên kurê xwe yên mamoste û xwendekarên wî dibînim, dilê min diêşe. Dê zarokên her kesî bên û cejnê pîroz bikin, lê ez ê Suleymanê xwe nebînim. Kurê min, êdî cejna min pîroz nake. Nehiştin, kurê min zarokan perwerde bike. 6 sal in li her derê Geverê li kurê xwe digerim, lê li tu derê leqayî wî nayêm."      DI 6 SALAN DE 7 ÊRÎŞ      Dayik Aksû, bibîr xist ku di 6 salan de 7 caran gora kurê wê hatiye texrîbkirin û got: "Di gorê de jî rihetiyê nadinê. Tam 7 caran gora kurê min, xera kirin.  Ev,min diêşîne. Ji ber ku gora wî tim xera dikin, tu rihet diçim ser gora wî mêze dikim, bê ka xera kirine yan na. Bi şev xew bi çavên min nakeve. Rojê 3 caran diçim ser gora wî, ji bo dest nedin gora wî. Car heye hê her kes di xew de ye, diçiç ser gora wî. Bi hêviya ku dê bi min re bê, diçim. Gava kurê min hat kuştin, 33 darbest li kêleka hev rêz kirî bûn. Ezê wê dîmenê qet ji bîr nekim. Ji bo têkoşîna wan çi ji destê min bê ez ê bikim."