Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe 2021-07-20 10:29:19   RIHA - Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku ew cejnek din jî bi bêbedaletiyê pêşwazî dikin û got: “Ji me re cejn tune ye. Cejna me bi girî derbas dibe.”    Emîne Şenyaşar a ku di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên xwe winda kir û lawek wê hat girtin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê filîtî re çalakiya “Nobeta Edaletê” didomîne. Malbat 134 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dike. Malbata Şenyaşar di roja Cejna Qurbanê de jî li ber edliyê lêgerîna xwe ya edaletê domand. Ev bû cejna duyemîn ku malbat di “Nobeta Edaletê” de ye.    Emîne Şenyaşar a ku Cejna Qurbanê bi bêedaletiyê pêşwazî dike, ji ajansa me re axivî.    LI BER ÇAVÊ WÊ…    Emîne Şenyaşar behsa wê hovîtiya ku bi serê malbata wî ve anîn ku ew bi xwe jî bûye şahid kir û wiha got: “Malbata min tune kirin. Tu sûcek zarokên min nebû. Bêsebep zarokên min qetil kirin. Êrişî kargeha wan kirin û ew birîndar kirin. Li nexweşxaneyê jî bi hovîtî qetil kirin. Ji bo zarokên min neyên qetilkirin, nebû asteng. Ez û hevjînê xwe li hewara zarokên xwe çûn. Li ber nexweşxaneyê jî hevjînê min qetil kirin. Li ber çavê min qetil kirin. Ewilî zarokên min qetil kirin û pişt re li çepikan dan. Ji bo Fadilê min min bikujin, ketin pey wî. Zarokên min çi kiribûn ji wan?”    EDALETA ZILMÊ    Şenyaşar bal kişand ser “Nobeta Edaletê” ya ku 134 roj in didomînin û wiha got: “Ji destê wan kujeran çi hat kirin û hêj dikin. Niha jî ketine pey me. Me binçav dikin û dixin nezaretxaneyan. Çavdêriya me dikin. Gelo ev edalet e? Malbata min qetil kirin, lawek min jî sê sal in di hucreyek yek kesî de tê ragirtin. Ev wîjdanek çawa ye? Her tişt li ber çavan e. Wîjdanê vê hikumetê nîne. Çima lawê min serbest bernadin. Kujerên zarokên min li derve serbest digerin. Heke ku edalet hebe, çima wan nagirin? Gelo ev edaletek çawa ye? Ev edaleta zilmê ye. Erdogan zarokên te jî hene. Heke hûn kurê min bernedin, hêvî dikim ku tiştên hatin serê min wê werin serê we jî.”    ‘CEJN JI ME RE NÎNE’    Şenyaşar behsa cejnên bi hevjîn û zarokên xwe re ku li cem hev bûn kir û got: “Berê cejnên me xwe şderbas dibin. Hemû malbat li cem min bûn û li dora min kom dibûn. Hemûyan qîmeta hev dizanibû. Bi hev re dixebitîn. Êdî cejn ji bo me nemane. Mala min şewitandin. Malbata min tune kirin. Kesî nehiştin. Îro cejn e, stûyê zarokên Celalê min xwar e. Sêwî û stûxwar man. Ez hêvî dikim yên ku vê yekê anîn serê zarok û neviyên min, were serê wan jî. Cejnên me bi girî derbas dibe. Em her cejn digirîn. Ez nikarim di hundirê malê de rûnêm. Qet nebe bila lawê min girtî berdin. Çima dirûst tevnagerin? Tu hikumetî, tu dewletî, çima rast tevnagerî.”    MA / Bariş Polat