Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn 2021-07-20 16:11:18 RIHA - Ji bo 33 kesên di sala 6'emîn a Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Çand a Amara bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîn de hat gotin, “We got hûnê biqedînin, lê we nikarî biqedînin. Vaye em li virin. 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn.” 33 kesên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de, li baxçeyê Navenda Çand a Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Çand a Amara hatin bibîranîn.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Beşdar di saetên serê sibehê de li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsê kom bûn û ji wir jî heya Navenda Çand a Amara meşiyan. Polîsan destûr nedan ku wêneyên 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn bixin navendê. Polîsan mudaxileyî girseyê kir û dest danîn ser wêneyan. Girseyê jî, bi berzkirina dirûşmeya “Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin” ev rewş şermezar kir. Girseyê piştre pankarta wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn li ser bû vekirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin,” “Ji bo Pirsûsê edaletê, ji bo her kesî edalet” û “Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin” avêtin.    Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, di bîranînê de axivî û got: “Gelên me di komkujiyên dewletê de jiyana xwe ji dest dan. Emê li hemberî vê dîktatoriya faşîst serî netewînin. Emê tu carî dev ji hesap pirsînê bernedin. We got hûnê biqedînin, lê we nikarî biqedînin. Vaye em li virin. 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn.”   Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn jî, diyar kir ku heya têkiliyên çete, mafya û dewletê bi hevre hebin, wê aştî neyê welat. Maçîn, bal kişand ser têkoşîna hevpar û banga yekitiyê kir.   Serokê Baroya Rihayê Velat Îzol jî, da zanîn ku heya komkujî neyê ronî kirin, ewê hebûna xwe ya li baxçeyê Navenda Çand a Amarayê dewam bikin.   SERDANA GORISTANÊ ASTENG KIRIN   Girseyê piştî bîranîna li Navenda Çand a Amarayê, xwest gora Kasim Deprem û Osaman Çîçek ziyaret bike, lê polîsan destûr neda girseyê. Polîsan bi maşiyên zirxî goristan dorpêç kirin û destûr nedan ku kes bikeve goristanê.    Beşdarvanan bertek nîşanî polîsan dan û ji derveyî goristanê daxuyanî dan çepmeniyê.    HEMAN HIŞMEDIYE   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bertek nîşanî astengkirina serdana goristanê da û wiha got: “Destûrê nadin, dua jî li ser goran bên xwendin. Kesên ku ev ciwan qetil kirin, yên wêneyên wan çirandin û yên destûrê nadin ku me goran ziyaret bikin, heman hişmendiye.”   Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin jî, wiha hirsa xwe anî ziman: “Em kujerên xwe baş nas dikin. Heya ku em jiyana azad û wekhev ava bikin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Yên ku endamên malbata Şenyaşar qetil kirin û yên ev komkujî pêk anîn di heman hişmendiyê de ne.”   Piştî axaftinan, bîranîn bi lêxistina çepikan û berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.