Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin 2021-07-20 20:39:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqerê, îzmîr û Stenbolê, polîsan mudaxileyî bîranîna 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.   Li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê, Rêxistinên Ciwanan, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, sazî û dezgehên civakî, bi boneya 6'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve li Navenda Çand a Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê pêk hat, xwestin 33 ciwanên tê de jiyana xwe ji dest da bûn bi bîr bînin. Lê polîsan li her sê bajaran jî bi awayekî hişk mudaxileyî beşdarvanên bîranînê kirin. Polîsan di dema mudaxileyê de, gelek kes bi lêdanê binçav kirin.   Navê ciwanên li Enqerê hatin binçavkirin wihane: "Şamil Parlak, Doguş Ozdemir, Seçil Işik, Deniz Baran Erbudak, Ozenç İslamoglu, Yücel Yavuz, Birkan Polat, Devrim Taylan Eryilmaz, Mert Karatag, Sefa Bayraktar, Said Boztaş, Emir Parlak, Erturk Soysal, Zeynep Ulger, Guney Akgun, Deniz Barış Kuş û Emrecan Konyali.”   Li Îzmîrê jî, gelek kes hatin binçavkirin, lê navê wan nehat hînbûn.   Di heman demê de  li Stenbolê jî, gelek ciwan bi lêdan û derban hatin binçavkirin.