Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin 2021-07-21 14:58:36   ENQERE - Polisan, kesên ku ji bo piştevaniya malbata kurd a li navçeya Altindagê êriş lê hat kirin hatin ber nexweşxaneyê bi lêdanê binçav kirin. Polisan kesên ku binçavkirin li şûna nexweşxaneyê birin qereqolê û gefa ku gilî nekin li wan xwarin.     Li navçeya Altindag a Enqerê, duh saetên berê êvarê li qada serjêkirina sewalan şer derket û li dijî malbateke kurd êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn. Birîndarên ji malbata Boztaş a mêrdînî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dikapi Yildirim Beyazitê. Ji ber nîqaşa ku di navbera berdên malbatê yên hatin ber nexweşxaneyê û notirvanan de derket polisan ji malbatê 3 kesan binçav kirin. Yek ji van kesên ku hat binçavkirin Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Huseyîngazî Başakê Erdogan Yildirim bû. Yildirim, serboriya xwe ya di bin çavan de ji ajansa me re vegot.   ÊRIŞA BI ÇO Û GAZA ÎSOTÊ   Erdogan Yildirim, diyar kir ku bi armanca piştevaniya hevalê xwe yê ji malbata kurd a êriş li wan hatiye kirin hatiye ber nexweşxaneyê û dema ku xwestiye ferdên malbatê û notirvanan ji hev veqetîne ji aliyê polisan ve bi lêdanê hatiye binçavkirin û wiha got: "Tundiya polisan a li dijî min tevahiya rê berdewam kir. Li ber nexweşxaeyê polisan bi ço û gaza îsotê êrişî me kirin. Rexmî ku min bi dehan car got ku êşa malbatê heye jî polisan êrişa xwe ya li dijî min û malbatê berdewam kirin. Piştre bêyî pirs û lêpirsînê min li wesayîta binçavkirinê siwar kirin."   GEFA 'HEKE HÛN GİLÎ BIKIN'   Yildirim, da zanîn ku kesên ku pê re hatine binçavkirin derbên giran li ser çavê wan hene û ev agahî dan: "Li şûna nexweşxaneyê me birin qereqolê. Nêzî qereqolê polisan me dan rawestandin û ji me re avê anîn. Serçavê xizmên nexweşan di nav xwîn û xirarê de bû. Polisan serçavê wan şûşt û weke ku nehatibin derpkirin birin qereqolê. Piştre jî polisan ji me re gotin, 'Gilî nekin, heke hûn gilî bikin em ê jî giliya we bikin û ew bavêjin nezaretê. Hûn ê li vir razin'. Ji ber ku nexweşên wan hebûn xizmên nexweşan wê demê giliya polisan nekirin. Lê min gili polisan kir. Lewre tu eleqeyeke min tunebû min bi lêdanê binçav kirin. Piştî ku min gilî kir, polisan ji ferdên malbatê re jî gotin, 'Heke ew gilî bike divê hûn jî gilî bikin' û zextê li wan kirin. Malbatê ji min re gotin, 'Birîndarên me hene, me bi tiştên wiha re nedin mijûlkirin, divê em biçin nexweşxaneyê'. Demeke dirêj nîqaş berdewam kir. Malbatê fikirîm û min jî gilî nekir."   KIRARIYA NELIRÊ   Yildirim, destnîşan kir ku polisan ji bo rapora derbê wan nebiriye nexweşxaneyê û piştî girtina îfadeyên wan hatine berdan.    MA / Berna Kîşîn