TGC’ê tundiya polisan şermezar kir 2021-07-21 15:12:04   STENBOL - TGC'ê tundiya polisan a li dijî rojnamegeran a ku di bernameyên bîranîna Komkujiya Pirsûsê de pêk hatibû şermezar kir.    Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, duh ji aliyê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ve ji bo qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bernameyeke bîranînê hatibû lidarxistin. Polisan mudaxaleyî vê bernameyê kiribû û tundiyê li kesên ku tevlî bernameyê bûbûn û rojnamegeran kiribûn. Her wiha polisan 62 kesan jî binçav kiribûn. Piştre ji van 62 kesan 50 jê hatin berdan û 12 kes jî sewqî edliyeyê hatine kirin. Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC), vê tundiya li dijî rojnamegeran bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.    TGC'ê, destnîşan kir ku polisan di mudaxaleyê de êriş biriye ser 8 rojnamegeran û ew birîndar kirine û ev daxwaz kir: "Rojnamegerî ne sûc e. Li şûna astengkirinê divê polis ewlehiya rojnamegeran bigirin. Azadiya çapameniyê temîneta mafê agahî girtinê û hînkirina rastiyan a herkesê xwedî nêrînên cuda ye. Em polisên ku tundiyê li rojnamegeran kirine û sûc kirine şermezar dikin û daxwaz dikin ku di demeke herî kurt de bên cezakirin."