59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-21 20:50:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 151 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 184 hezar û 462 test hatine kirin û 8 hezar û 151 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 59 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 4 hezar û 946 kes jî baş bûne.