Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin 2021-07-22 09:41:47   SÊRT - Cenazeyê zarokê 15 salî Huseyîn Baykara ku ji bo hinêkbûnê ketibû Çemê Botanê û xeniqîbû, hat dîtin.    Zarokê bi navê Huseyîn Baykara (15) ku ket li Sêrtê Çemê Botanê bi avê re çû û xeniqî. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin; Baykara ku li gundê Boşî yê girêdayî navenda Sêrtê jiyaye, ji bo hinêkbûnê ketiye ava Çemê Botanê û piştî demekê bi avê re çûye û winda bûye. Li ser agahdarkirina malbatê tîmên tenduristiyê, UMKE, AFAD û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo dîtina cenazeyê Byakara xebat hatin destpêkirin. Dûh êvarê piştî xebatê bi demekê cenazeyê Baykara hat dîtin. Cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Nexweşaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.