HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir 2021-07-22 13:22:41   ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz a li avahiyê wê hatibû qetilkirin kir.    Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, ji bo Cejna Qurbanê serdana malbata Denîz Poyraz ku di 17'ê hezîranê de li avahiya wê ji aliyê êrişkar Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin kir. Parlamentera HDP'ê ya bajar Serpîl Kemalbay û Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur jî di nav de HDP'î ji aliyê dayik û bavê Poyraz Fehîm û Abdullîlah ve hatin pêşwazîkirin.    DAXWAZA AŞTIYÊ   Parlamenter Kemalbay, di serdanê de axivî û ev tişt got: "Komkujî û êriş mirovan natepisînin. Berovajiyê vê hê bêtir dişidînin û ber bi piştevanî û têkoşînê ve dibin. Em daxwaz dikin ku cejn bibe wesîleya bidawîbûna komkujiyan, aştî, edalet, xwişk û biratiyê."   Dayik Fehîme Poyraz jî da zanîn ku kesên bi wesîleya cejnê li wan geriyane û serdana wan kirine tunebûna Denîz bi wan nedane hîskirin û spasiya kesên li wan geriyane serdana wan kirine kir.    Bav Abdullîlah jî xwest ku cejn bibe wesîleya aştiyê û ev tişt got: "Em aştî û xwişk û biratiyê dixwazin. Em dixwazin ku êdî dayik negirîn. Bijî xwişk û biratiya gelan."