Li herêma Qertewînê şer derket 2021-07-22 14:15:01 MÛŞ - Li bejahiya Mûşê li herêma Çiyayê Qertewînê di navbera leşkerên ku derketine operasyonê û HPG'iyan de şer derket.  Li herêma Çiyayê Qertewînê yê di navbera navçeya Melezgirt a Mûşê û navçeyaên Panos û Tûtax ên Agiriyê de operasyona ku duh hat destpêkirin didome. Li bejahiya gundê Selekûtlo yê navçeya Melezgirtê di navbera leşkerên ku derketine operasyonê û HPG'iyan de şer derket. Hat diyarkirin di şer de hin HPG'iyan jiyana xwe ji dest daye û HPG'iyek jî bi awayekî birîndar hatiye binçavkirin. Gundiyan, da zanîn ku ji bo ku ji malên xwe dernekevin ji hoparlorên mizgfeta gund hişyarî li wan tên kirin.    Her wiha hat hînbûn ku hin deverên herêmê ji aliyê SÎHA'yan ve hatine bombebarankirin.